Cenazeyê Adil Mûrad spartin axê

Cenazeyê Adil Mûrad bi merasîmek girseyî li Girê Selîm Beg ê bajarê Silêmaniyê hate definkirin.

Cenazeyê Adil Mûrad spartin axê
24 gulan, 2018   10:52

 NAVEND ANÛÇEYAN  

Cenazeyê Sekreterê Meclîsa Navendî û yek ji damezrênerên YNK’ê Adil Mûrad li Girê Selîm Beg ê bajarê Silêmaniyê bi merasîmek girseyî hate hate definkirin. Di merasîmê de malbat û xizmên Mûrad, zêde ya welatiyan, endamên YNK’ê, nûnerên parityên Kurd û nûnerên welatên derve jî amade bûn.

Cenazeyê Adil Mûrad bi rêya balafirgeha navnetewî ku anîn Bexda, saet 09:00’ê gihişte balafirgeha navnetewî ya bajarê Silêmanî û bi merasîmek girseyî hate pêşwazîkirin.

Di merasîma pêşwazîkirinê de Cigirê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl, Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm axivîn, piştre alî û nûnerên tevlî merasîmê bûn gul danîn ser tabûrê û xatir jê xwestin.

Piştre cenazeyê Adil Mûrad ber bi goristana li Girdê Selîm Beg birêkirin û piştî nimêja cenaze ya li vir, cenaze spartin axê.

Roja Îniyê 25’ê Gulana 2018’ê li Mizgefta Ehmedî Hacî Elî teziya Adil Mûrad wê bê danîn.

Adil Mûrad di 18’ê Gulanê de li nexweşxaneya welatê Elmanya ku dihate dermankirin, di temenê xwe yê 69 salî de çû ser dilovaniya xwe.