'Em ê ji bo vegera Efrînê berxwe bidin'

Şêniyên Efrînê yên li kampên Berxwedan û Serdemê yên Şehbayê dimîn in spasiya komînan di alîkariya wan kirin û diyar kirin ku ew ê berxwedana xwe ya ji bo vegera Efrînê bidomîn in.

'Em ê ji bo vegera Efrînê berxwe bidin'
24 gulan, 2018   09:56

ARIF SILÊMAN/ŞEHBA

Şêniyên Efrînê yên di kampên Berxwedan û Serdemê de dimîn in derbarê rewşa wan a jiyanî ji ajansa me (ANHA) re axivîn.

Welatiyê bi navê Cemîl Hemo yê ji gundê Şîtka ya navçeya Mabata ya Efrînê derbarê mijarê got ku ew di encama  êrîşa dijwar a bêserûber ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve pêk hat malên xwe terik kirin û ev tişt anî ziman: "Me li ber xweda, lê ji ber êrîşa wan dijwar bû, em neçar man berê xwe bidin Şehbayê. Em ê xaka xwe ji dagirkeran re nehêlin. Em ê di kampan de û di hemû şert û mercan de jî liber xwe bidin. Emê ji bo vegera Efrînê berxwedana xwe bidomîn in."

Hemû di dawiya axaftina xwe de jî spasiya komînên Şehbayê ku li gorî derfetên xwe yên kêm jî alîkariya wan dike, kir.

Welatiyê bi navê Mihemed Hesen ê ji gundê Gemrok jî derbarê mijarê de ev tişt anî ziman: "Piştî em ji Efrînê derketin, em niha li kampan dimîn in. Di şert û mercên zehmet de alîkariya me kirin. Rêveberên kampê em birêxistin kirin û hemû cûreyên alîkariyan li gorî derfetyên heyî dan me. Alîkariyên wan heta niha jî dewam dike."

Mihemed Hesen di dawiya axaftina xwe de jî bang li hemû saziyên alîkariyan û yên mafê mirovan kir ku alîkariya wî bikin.

Welatiyê bi navê Xelîl Ebdo yê ji gundê Dîka ya navçeya Raco da zanîn ku komînên herêmê alîkariya wan kirin û li gorî derfetên xwe hemû cûreyên alîkariyan bi wan kirin. Ebdo ji Şaredariya Gel daxwaz kir ku dermanên li dijî mêşûmoran li kampê birişîn in.

Welatiyê bi navê Cefer Silêman ê ji taxa Eşrefiyê ya Efrînê jî da zanîn ku komînên herêmê li gorî derfetên xwe alîkariya wan kirin û da zanîn ku ji derve alîkarî ji wan re ne hatiye.

(dc)

ANHA