Pirsgirêka riya Miftî tê çareserkirin

Şaredariya navçeya Şerqî ya bajarê Hesekê, pirsgirêka qarbalexa trafîkî ya li riya giştî ya taxa Miftî çareser dike.

Pirsgirêka riya Miftî tê çareserkirin
Pirsgirêka riya Miftî tê çareserkirin
Pirsgirêka riya Miftî tê çareserkirin
24 gulan, 2018   09:13

NESRÎN ELÎ – ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Riya giştî ya taxa Mifît ya bajarê Hesekê ji riyên sereke ên bajêr e, ji ber ku gelek taxan bi hev girêdide. Li aliyekî din jî bi şoreşa Rojava re bazarek lê hatiye avakirin. Lê ji ber tengbûna rê ajokar zehmetiyên çû û hatine dikişandin.

Li ser vê yekê Buroya Tenfîzî ya Şaredariya navçeya Şerqî ya bajarê Hesekê riyek din ji bo hatina erebeyan vekir.

Hevserokê Şaredariya Gel a Navçeya Şerqî Fadî Çeço derbarê mijar de diyar kir ku riya Miftî ji taxên sereke yên bajêr e, ku gelek taxan bi hev dide girêdan.

Çeço destnîşan kir ku di demên dawî de zehmetiyên çûn û hatine erebeyan dihatin jiyankirin û got, "Wekî şarederî me riya din ji bo hatine erebeyan vekir, riya berê êdî tenê ji bo çûyîn ma."

Çeço her wiha anî ziman ku xebatên sererastkirina riya nû ji beriya hefteyekê didome, kevirên hûr hatin raxistin û di demên pêş de wê were qîrkirin.

(bb)

ANHA