Komkujiya Ermenan ket rojeva perlemantoya Îsraîlê

Parlamentoya Israîlê qebûl kir ku komkujiya Ermenan a 1915’an bîne rojevê.

Komkujiya Ermenan ket rojeva perlemantoya Îsraîlê
24 gulan, 2018   07:28

 NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentoya Israîlê biryar da ku komkujiya Ermenan a 1915’an bînine rojeva parlamentoyê.

Serokê Partiya Merez a ku bi meyla çepgiriyê ye, Tamar Sandberg ev mijar anîbû rojevê û roja Çarşemê di dengdanê de hate qebûlkirin.

Li gorî rojnameya Haaretzê bi 16 dengan hate qebûlkirin ku li Meclîsê, naskirina qirkirina Ermenan a bi rengê ‘qirkirin’ê bibe rojev.

Hê ne diyar e bê ka nîqaşa li ser pêşniyarê wê kengî pêk were.