Komîteyê madeyên dembuherî telif kirin

Komîteya Zimhêrê ya Şaredariya Hizêmê miqdareke madeyên dembuherî telif kir.

Komîteyê madeyên dembuherî telif kirin
23 gulan, 2018   13:51

REQA

Komîteya Zimhêrê ya Şaredariya Gel a Hizêmê ya gundewarê Bakurê Reqayê di çaroveyê xebatên xwe yên çavdêriya li ser dukanan bajarokên Hizêmê Meyselûn û Cela de, miqdareke madeyên xwarinê yên dembuherî desteser kirin û li derveyî bajarê şewitandin.

Madeyên hatin telifkirin "Pênêr, fûl, nok, qehwe, şêranî, şîpis"

Endamê Komîteya Zimhêrê diyar kir ku armanca wan parastina tenduristiyê mirovan e û destnîşan kir ku gera li ser dukanan berdewam e.

(bb)

ANHA