QSD'ê bi şêx û rûspiyên Reqayê re civiya

Buroya Têkiliyan a QSD'ê û Ewlekariya Hindirîn li rojhilatê Reqayê bi şêx û rûspiyên herêmê re civiyan. Di civînê de geşedanên dawî hate nîqaşkirin.

QSD'ê bi şêx û rûspiyên Reqayê re civiya
QSD'ê bi şêx û rûspiyên Reqayê re civiya
QSD'ê bi şêx û rûspiyên Reqayê re civiya
QSD'ê bi şêx û rûspiyên Reqayê re civiya
QSD'ê bi şêx û rûspiyên Reqayê re civiya
23 gulan, 2018   13:08

REQA

Buroya Têkiliyan a QSD'ê û Ewlekariya Hindirîn li rojhilatê Reqayê li ser banga Şêx Hedal El-Iz, civînek ji şêx û rûspiyên eşîrên gundên Reqa El-Semra, El-Hemra, El-Cedîd û El-Hos re lidar xist. Bi dehan şêx û rûspiyên herêmê beşdarî civîna ku beriya xwarina fitarê pêk hat bû n.

Piştî ku beşdaran xwarina fitarê xwarin, Endamê Rêveberiya Buroya Têkiliyên  Gitşî ya QSD'ê Çiya Qamişlo axivî û geşedanên dawî yên li Sûriyê û herêmê anîn ziman û destnîşan kir ku destwerdanên derve ji Sûriyê re bûye sedema ku aloziya wê mezin bibe. Qamişlo diyar kir ku destwerdanê ji Sûriyê dixwazin ku tevlîheviya di nava pêkhateyên Sûriyê de derxînin.

Qamişlo di berdewamiya axaftina xwe de got ku ew tu carî qebûl nakin ku dewleta Tirk a dagirker demogarafiya herêmê biguhêre.

Her wiha Qamişlo diyar kir ku herêmên wan bi saya tekoşîn û berxwedaniya şehîdan ji çeteyan hate rizgarkirin û tu carî derfet nadin tu kesî ku deskeftiyên bi saya xwîna şehîadan hatin bidestxistin bin pê bikin.

Ji aliyê xwe ve bi navê Hêzên Ewlehiya Hundrîn Qasim Silêman  axivî û meha Remedanê  li hemû şêniyan pîroz kir û got ku di wek ku çawa herêmên din ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin wê Efrîn jî terora artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê were rizgar kirin.

Silêman di dawiyê de got ku ewê heta dawiyê têbikoşin û li ber xwe bidin heta ku Efrîn û hemû gelê bin dest werin rizgarkirin.

Ji aliyê xwe ve rûspiyê êlan tekez kirin ku ewê heta dawiyê destek bidin şervanê QSD`ê û diyar kirin ku ew hemû siyasetên derve û bi taybet Tirkiyê û Rûsiyayê yên ku dixiwaqzin demografiya herêma Sûriyê biguherên, şermezar kirin.

ANHA