Komîteya Zabîte buhaya madeyên xwarinê diyar kir

Bi hatina meha Remezanê re komîteya Zabîtê ya girêdayî Şaredariya Gel a Şerqî ya bajarê Qamişlo buhaya madeyên xwarinê diyar kir.

Komîteya Zabîte buhaya madeyên xwarinê diyar kir
22 gulan, 2018   13:34

COMERD ŞÊXO – XANDÎ ELO / QAMIŞLO

Komîteya Zabîtê ya Şaredariya Şerqî ya bajarê Qamişlo bi hatina meha Remezanê re û ji bo ku welatî jî rastî zehmetiyan neyên buhaya madeyên xwarinê li sûkên bajar diyar kir.

Komîteya Zabîte bi hevkariya Şaredariya Gel a Xerbî û ya Şaredariya Gel a Navednî û ji bo ku buhaya madeyan diyar bike rojane di nava sûkên bajar de digere.

Li gorî  yek ji rêveberên komîteya Zabîtê Hêvîn Izet diyar kir ku di encama gera wan li sûkên bajarde  buhaya madeyan erzan bûye.

Di vê çarçoveyê de welatiyê bi navê Mihemed Letîf Hisên got ku ew ji erzanbûna madeyên xwarinê razî ne û wiha pêde çû,"Ji destpêka meha Remezanê de madeyên xwarinê mîna sebze û mewî erzan bûne."

Ji aliyê xwe ve yek ji rêveberên komîteya Zabîta ya girêdayî Şaredariya Gel a Şerqî ya bajarê Qamişlo Hêvîn Izet got ku ew ê madeyên xwarinê li sûkan erzan bikin. Hêvîn destînşan kir ku ew ê heta dawiyê alîkariya welatiyan bikin û derfet nadin bazirganan ku buhaya madeyan buha bikin.

Hêvîn diyar kir ku ew ê bi hevkariya Şardariya Gel a Navendî û Şaredariya Gel a Xerbî gera xwe di nava sûkên bajêr de zêde bikin.

Her wiha Hêvîn diyar kir ku ewê  ji hemû firnan re biriyarname bişînin da ku di saet 14:00`an heta saet 19:00`an kar bikin.

(bx)

ANHA