Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Siwer hate vekirin

Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Siwer bi merasîmeke navenda xwe vekirin.

Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Siwer hate vekirin
Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Siwer hate vekirin
Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Siwer hate vekirin
Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Siwer hate vekirin
Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Siwer hate vekirin
Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Siwer hate vekirin
22 gulan, 2018   13:30

DÊRAZOR

Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Siwer a dikeve rojhilatê Dêrazorê bi merasîmekê navenda xwe vekirin.

Di merasîmê de nûnerên Meclîsa Sivîl a Dêrazorê, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Feramndarên QSD'ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şêxên eşîreyan di nav de, bi dehan şêniyên navçeyê amade bûn.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Siwer ji beriya 9 mehan ve hate avakirin, lê ji ber navend tunebû, xebatên xwe li navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê dida meşandin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Cezra Wefa Celal vekirina navendê li şêniyên navçeyê pîroz kir û got, "Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan ez we silav dikim. Her kes asta berxwedanî û qehremaniya şehîdan dizane. Bi saya kesa şehîdan em bi aramî jiyan dikin."

Hevseroka Meclîsa Sivîl a Dêrazor Leyla Hesen jî axivî û anî ziman ku şehîdn riya gelan ronî dike, berdêlên giranbuha dide da ku welat aram bibe."

Leyla Hesen banga xwedîderketina şehîdan kir.

Endama Meclîsa navçeya Siwer Hind Şelal û endama Şaredariya bajaroka El-Bisêra Mêrvet Xelef jî axivîn û vekirina navendê pîroz kirin û soza şopandina xeta şehîdan nû kirin.

Di dawiya merasîmê de, navend bi destê dayikên şehîdan bi nava dirûşme û tîlîliyan hate vekirin.

(bb)

ANHA