Yekemîn Banka Xwînê li Reqayê hate vekirin

Ji bo nexweşên ku pêwîstiya wan bi xwînê hene, yekemîn Banka  Xwînê li Reqayê hate vekirin.

Yekemîn Banka Xwînê li Reqayê hate vekirin
Yekemîn Banka Xwînê li Reqayê hate vekirin
Yekemîn Banka Xwînê li Reqayê hate vekirin
Yekemîn Banka Xwînê li Reqayê hate vekirin
22 gulan, 2018   13:52

REQA

Komîteya Tenduristiyê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê, yekemîn Banga Xwînê li bajarê Reqayê vekir. Bank li taxa Seyf El-Dewla ya bajêr hate vekirin û ji du beşan pêk tê, banga xwîna ji bo nexweşiya Telasîmiya û navenda aşlekirinê pêk tê.

Di merasîmê vekirina bankê de, endamên Meclîsa Sivîl a Reqayê, kadroyên tenduristiyê amade bûn.

Navend ji aliyê endamên Komîteya Malatên Şehîdan hate vekirin.

Derbarê vekirina banka xwînê de, Hevserokê Komîteya Tenduristiyê Ehmed Ismaîl ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ji destpêka rizgarkirina bajarê Reqayê nûqteyên tenduristiyê tene amadekirin, niha jî li taxa Seyf El-Dewla Banka Xwînê hate vekirin.

Ehmed Ismaîl dest nîşan kir ku di demên pêş de dê navendên tenduristiyê li herêma Semra ya rojhilatê Reqa û Ebû Qubeî a rojavayê Reqayê werin vekirin.

(bb)

ANHA