Sivîlên ji DAIŞ'ê xilas bûn, xwe spartin QSD'ê

Bi sedan şêniyên herêma Dişîşa ya Dêraozr ji herêmên çeteyên DAIŞ'ê derketin û xwe spartin herêmên ku QSD'ê rizgar kirine.

Sivîlên ji DAIŞ'ê xilas bûn, xwe spartin QSD'ê
Sivîlên ji DAIŞ'ê xilas bûn, xwe spartin QSD'ê
Sivîlên ji DAIŞ'ê xilas bûn, xwe spartin QSD'ê
Sivîlên ji DAIŞ'ê xilas bûn, xwe spartin QSD'ê
22 gulan, 2018   13:09

DÊRAZOR

216 sivîlên ji herêma Dişîşe ya li ser sînorê Îraqê ku li rojhilatê navçeya Şedadê ye xwe ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin. Çeteyên DAIŞ'ê welatiyên sivîl wekî mertalên zindî ji bo parstina xwe bikar tîn in. Welatiyên sivîl xwe radestî hêzên QSD'ê kirin.

Welatiyên sivîl xwe radestî hêzên QSD'ê yên li gundê Ebû El-Sûsû kirin. Welatiyên xwe ji çeteyan rizgar kirin, diyar kirin ku çeteyên DAIŞ'ê ew neçar kirin ku malên xwe vala bikin, da ku malên wan mayîn bikin. Hin mal jî wekî noqteyên şopandina balafiran bikar tanîn.

Şervanên pêşwaziya welatiyên sivîl kirin, gotin ku pêşwazîkirina sivîlan ketiye qonaxeke din û gotin ku welatî baş têne kontrolkirin an wan dişîn in cihên malbatên wan an jî kampên koçberan ên li Holê yan kampa Sedê ya Erîşa ya kantona Hesekê.

(dc)

ANHA