Pirsgirka avê ya bajaroka Mergeda hate çareserkirin

Meclîsên bajarê Hesekê û navçeya Şedadê pirsgirka avê ya bajaroka Mergeda bi awayekî demkî çareser kirin. Ev çareserî dê heta dînemoyê avê ya stasyona avê were çareserkirin, bidome.

Pirsgirka avê ya bajaroka Mergeda hate çareserkirin
22 gulan, 2018   12:46

HESEKÊ

Meclîsên bajarên Hesekê û Şedadê bi hev re dest bi belavkirin ava vexwarinê li şêniyên bajaroka Mergeda kirin.

Herdû meclîsan 4 sîtêrên avê teslîmî komîteya xizmetguzariyê ya bajarok kirin.Ev sîstê dê avê li şêniyên herêmê belav bikin. Ev çareseriyeke demkî ye heta dîmenoya stasyona avê li bajaroka belav dike, were temîrkirin, dê dewam bike. Çeteyên DAIŞ'ê beriya du salan stasyona avê ruxandin.

JI wê demê ve av ji ser bajaroka hatiye qutkirin. Şêniyên navçeyê av bi zehmetî peyda dikirin.

(dc)

ANHA