95 ciwanên din tevlî QSD'ê bûn

Dewreya perwedeyê ya 95 ciwanên ereb ên ji kantona Qamişlo ku tevlî QSD'ê bûn, bi dawî bû.

95 ciwanên din tevlî QSD'ê bûn
95 ciwanên din tevlî QSD'ê bûn
95 ciwanên din tevlî QSD'ê bûn
95 ciwanên din tevlî QSD'ê bûn
95 ciwanên din tevlî QSD'ê bûn
22 gulan, 2018   12:31

QAMIŞLO

Akademiya Şehîd Mîtan a Leşkerî ya QSD'ê 30 roj berê dewreya perwedeyê ya 95 ciwanên ji kantona Qamişlo ku tevlî QSD'ê bûn bi merasîmekê bi dawî kir. Dewreya perwedeyê bi navê Şehîd Raxib Etiya yê di 9'ê tebaxê de di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bû, hatibû destpêkirin. Di dewreyê de dersên bîrdozî û leşkerî hatin dayîn.

Dewre bi mersîmekê bi dawî bû. Di merasîmê de şervan û fermandarên QSD'ê, her wiha endamên Meclîsa Navçeya Til Hemîs û Melcîsa Malbatên Şehîdan amade bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir, paşê endamê Rêveberiya Akademiyê Mîtan, Rohat Ciwan û Endamê Fermandariya QSD'ê Mazlûm Şawîş axivîn.

Di axaftinan de dewreya perwedeyê ya şervanan hate pîrozkirin û soza şopandina riya şehîdan hate dayîn.

Di berdewama merasîmê de jî Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Salih El-Xelef axivî û got ku heta kurên welat mezin dibin, dê sêwî bimîne.

Piştî axaftinê şervanên nû tevlî QSD'ê bûne, soza leşkerî dan. Di dawiya merasîmê de beşdaran xelekên govendê gerandin.

(dc)

ANHA