Ceyran zeymetiyên kesên bi rojî kêm dike

Şêniyên herêma Tebqayê bi hebûna ceyranê di meha Remezanê kêfxweş in, ji ber ceyran zehmetiyên rojiyê hinekî kêm dike.

Ceyran zeymetiyên kesên bi rojî kêm dike
22 gulan, 2018   12:22

 AYIŞE MIDEWER / TEBQA

Di nava 7 salên derbasbûyî de şêniyên herêma T               ebqayê di meha Remezanê de gelek zehmetî dîtin. Di dema çeteyên DAIŞ`ê herêm dagir kiribûn ceyran li herêmê tune bû û bi taybet di meha Remezanê de. Meha Remezanê îsal di demsala havînî de hat. Ne ava cemidî heye ku tîna kesên rojî digre bişkîne û ne alavên hene ku xwarina îftarê were çêkirin.

Di dema ku çeteyên DAIŞ`ê herêma Tebqayê dagirkiribûn şêniyên herêmê gelek zehmetî dikşandin. Çeteyan di meha Remezanê de ceyran li ser şêniyan qut dikirin. Her wiha şêniyên herêmê neçar diman bi saetan li ber kargeha çêkirina qeşayê bimînin da ku ji xwe re qeşayê bigrin û îftara xwe pê bikin.

Piştî ku Tebqa ji aliyê şervanên QSD`ê ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin û bendava Firatê hate sererastkirin her wiha jenetorên ceyranê hatin dayîn ceyran careke din rûnî bû û ceyran lê vegeriya. Bi vê yekê şêniyên Tebqayê meha Remezanê bi kêfxweşî pêşwazî kirin bêyî ku bi saetn li hêviya qalibên qeşiya bimînin.

Di vê çarçoveyê de şêniyên Tebqayê kêfxweşiya bi hebûna ceyranê di meha Remezanê de diyar kirin.

Welatiya bi navê Ibtîsam El-Şêx got ku ew di vê salê de ku qalibên qeşayê bikrin ji ber ku ceyrana wan heye.

Her wiha welatiya bi navê Xewla El-Elî ya ji gundê El-Mehmûdlî ya gundewarên bakurê Tebqayê got ku di vê salê de rewşa Tebqayê ji hemû aliyan de arame û bi taybet di aliyê ceyranê de û ev tişt got,"Hebûna ceyranê alîkariya me dike ku em gelek pêwîstiyên xwe pêk bînin ji ber vê yekê em bi dêrêjbûna rojê na hisin."

Ji aliyê xwe ve welatiya bi navê Heyat Îbrahîm got ku di Remezana îsal de gelek pêwîstiyên şêniyan bi hebûna ceyranê pêk hatin.

(bx)

ANHA