'Dewleta Tirk bi kiryarên xwe hebûna kurdan inkar dike'

Kombûna Demokratî û Çepgirên Kurd li Sûriyê û Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi guhertina demografî ya li Efrînê dixwaze rastiya hebûna kurdan li Efrînê berûvajî bike û hebûna kurdan inkar dike. Partiyan destnîşan kirin ku divê partiyên kurdî derbarê rewşa Bakurê Sûriyê û gefên têne kirin, yek nerîn bin.

'Dewleta Tirk bi kiryarên xwe hebûna kurdan inkar dike'
'Dewleta Tirk bi kiryarên xwe hebûna kurdan inkar dike'
'Dewleta Tirk bi kiryarên xwe hebûna kurdan inkar dike'
22 gulan, 2018   12:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek ji Rêveberên Kombûna Demokratîk û Çepgirên Kurd ên Sûriyê serdana navenda Partiya AŞtî ya Kurdistanê ya li bajarê Qamişlo kirin.  Di dema serdanê de geşedanên dawî yên li ser asta Sûriyê bi giştî, Rojava û Bakurê Sûriyê bi taybetî nîqaş kirin.

Şande ji Endamê Rêveber Endamê  Tevgera Nûkirina Kurdistanê Nûredîn Remo, Serokê Partiya Keskan a Kurdistanê Luqman Ehmê, Hevserokê partiya Guheritna Kurdistanê Kamîran Hisên û Sekreterê Partiya Kedkaran a Kurdistanê Mihemed Şêxê pêk dihat.

Hevserokê partiya Aştî ya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed, Endamê Desteya Siyasî Parityê Welîd Çolî, Endamê Komîteya Têkiliyên Giştî Şêrîn Yûsif û Îman Mehmedû, her wiha Endamê Desteya Ragînandin û Çandê Îmad Ehemed pêşwaziya şandeyê kir.

DI dema serdanê herdû aliyan geşdanên dawî yên li Bakurê Sûriyê nîqaş kirin. Her wiha bal kişandin ser şerê aloziya navdewletî ya li Sûriyê û hate destnîşankirin ku vê yekê aloziya li herêmê dijwartir kiriye. Di nîqaşan de hate destnîşankirin ku welatiyên Sûriyê baceya tiştên pêk tên dikin.

Beşdarên civînê destnîşan kirin  dewleta Tirk bi siyasetên xwe yên li Efrînê û guhertina demgorafî ku pêk tîne, hebûna gelê kurd inkar dike.

(dc)

ANHA