Aldar Xelîl: Itîfaq nîn in, me girîngiya yekîtiya kurdî nîqaş kir

Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl diyar kir ku hevdîtina di navbera wan û rayedarên Başûrê Kurdistanê erênî derbas bû û îdayên hin saziyên çepemeniyê yên derbarê itîfaqan red kir û got ku tu itîfaq pêk ne hatiye.

Aldar Xelîl: Itîfaq nîn in, me girîngiya yekîtiya kurdî nîqaş kir
21 gulan, 2018   09:48

NEJBÎR OSMAN-AZAD SEFO/NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl derbarê serdana wî ya Başûrê Kurdistanê derbarê hevdîtina wî ya bi Berpirsê Dosya Rojava ya Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Hemîd Derbendî de ji ajansa me (ANHA) re axivî.

Xelîl di destpêka axaftina xwe de pêşketinên di Sûriryê de pêk hatine bibîr xist û destnîşan kir ku gelê  kurd careke din isbat kiriye ku di pêşxistina şoreşa demorkatîk a Sûriyê de pêşengtiyê dikin û ev tişt anî ziman: "Avakirina Sûriyayek demokratîk erka hemû gelê Sûriyê ye. Îro em tekoşîna xwe ya ji bo doza kurdî û dozên din ên girêdayî pêşeroja Sûriyê, didomîn in. Tekoşîna me bi salan hatiye kirin û heta niha hîn jî didome. Armanc ji vê tekoşînê çareserkirina aloziya Sûriyê û pêşxistina pirojeya demorkatîk e. Pirojeya ku ji me re riya çareserkirina aloziya Sûriyê û pêkanîna yekîtiya kurdan e. yek ji armancên me yên sereke jî yekîtiya kurdan e."

Xelîl di berdewama axaftina xwe de jî da zanîn ku têkiliya hin partiyên kurd bi hin aliyên ku xizmeta berjewendiyên kurdî neke heye û wiha dom kir: "Têkiliyên wan bi Koalîsyoan Opozisyona Sûriyê û hin aliyên din ên îda dikin ew opozisyona Sûriyê ne, heye."

Xelîl, her wiha destnîşan kir ku TEV-DEM'ê ji partiyên kurdî re pêşniyar kir ku Kongreya Netewî ya Kurdistanê li Rojava were lidarxistin û wiha dom kir: "Armanca me ew ku ev kongreya li Rojava bibe, bingeha lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê, yekîtiya kurdî û dawîkirina nakokiyên partîtî yên teng."

Xelîl, her wiha derbarê serdana xwe ya dawî li Başûrê Kurdistanê jî agahî dan wan ku TEV-DEM'ê hewl dide yekîtiya kurdan li Rojava saz bike, her wiha doza kurdî û çareserkirina kêşeyên derdikevin, nîqaş bike û wiha dom kri: "Hevdîtina min bi Derbendî re erênêî derbas bû. Piştgiriya xwe ya bi insyatîfa TEV-DEM'ê re anîn ziman û gotin ku ev gaveke erênîye, her wiha destnîşan kirin ku bela bandora van hevdîtinan li parityên din ên bi dewlet Tirk re di dagirkirina Efrînê de cih girtin hebe. Lê itîfaqa bi wan re partiyan re nepêkaneye bibe, ji wan wan bi piştgiriya xwe ya bi Dewleta Tirk di dagirkirina Efrînê de careke din bi gelê xwe re ixanet kirin."

Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl di dawiya axaftina xwe de jî derbarê itîfaqa  ku saziyên çapemeniyê yên bi ser PDK'ê ve belav kirin û dibêjin ku di navbera TEV-DEM û ENKS de itîfaq hene wiha got: "Agahiyên me ji itîfaqên ku hin saziyên çapemeniyê yên girdayî PDK'ê nîne. Tu itîfaq nîn in. Civîn ji bo nîqaşkirina giştî rewşa gelê kurd bû û ne ji bo danîna itîfaqan bû.

(dc)

ANHA