'Gendeliya Rûsiya di bazarên me de ne cihê xêrhatinê ye'

Komîteya Karûbarên Derve ya Meclîsa Giştî ya Birîtaniya roja duşmeê ji hikûmeta welatê xwe xwestin li dijî malên Rûsiya yên gendeliyê  ku li Londunê digerin, tevbigerin û destnîşan kirin ku 'Gendeliya ji Kirmlin di bazarên me de ne cihê xêrhatinê ye'

'Gendeliya Rûsiya di bazarên me de ne cihê xêrhatinê ye'
21 gulan, 2018   09:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Karûberên Derve ya  Meclîsa Giştî ya Birîtaniya derbarê mijarê de raporek amade kir. Di raporê de got ku tu behane nîne ku Birîtaniya çavên xwe ji gendeliya Serokê Rûsiya re bigre.

Komîteyê destnîşan kir ku Birîtaniya divê di mijar gendeliya ji Rûsiya derbasî sûkên wê dibe zelal be û tekez kir ku ew ê li dijî wan tevbigerin.

Li gorî nûçeya AFP komîteyê di rapora xwe de destnîşan kir ku hikûmetaê gelek çalakî li dijî valatiyên dibin sedema gendeliyê pêk anîn, da ku rê li ber diziya di sûkên Birîtaniya de pêk tê bigirin.

Serokwezîra parêzgehê Theresa May piştî bûyera jehrkirina sîxurê Rûsî yê berê di siyaseta xwe ya derbarê Rûsiya de li ser erdê guhertin pêk anî.

(dc)