Mijarên sereke yên rojnameyên ereban ev in

Mijarên îro di rojnameyên ereban de derketin pêş û ev in: Rêjîma Sûriyê li başûrê paytext Şamê bi çeteyên DAIŞ'ê re itîfaq kiriye, li rojhilatê Çemê Firatê jî hêzên QSD'ê hemleya xwe ya li dijî DAIŞ'ê didomîn e, her wiha Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mihemed Cewam Derîf diyar kir itîfaqa nuklerî ya Îranê di xewa mirinê de ye.

Mijarên sereke yên rojnameyên ereban ev in
21 gulan, 2018   08:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên sibê de bal kişandin ser itîfaqa di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û çeteyên DAIŞ'ê ku li gundewarên Şamê pêk hatiye, her wiha hevdîtinên Şêwirî yên beriya lidarxistina hikûmeta Îraqê, dosya nuklerî ya Îranê, rewşa tendistî ya Serokê Filistînê û hewldana Erdogan ku li Ewropa ji xwe re piropoganda bike.

Rewşa Sûriyê

Itîfaqa di navebera rêjîma Sûriyê û çeteyên DAIŞ'ê de wekî mijarek serke derkete pêş. Rojnameya El-Qudis El-Erebî derbarê mijarê de sernavê "Tercîha itîfaqa di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û DAIŞ'ê , ji bo derketina ji Kampa Yermûk" avêt. Rojnameya El-Ereb jî derbarê mijarê de sernavê "Çekdarên DAIŞ'ê ji kampa Yermûk derdikevin" avêt.

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê mijarê sernavê "DAIŞ ji başûrê Şamê diçe çolistana Sûriyê" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku derxistina çeteyên DAIŞ ji bargeha wê ya dawî li başûrê Şamê ber bi çolistana Sûriyê ve destpê kir û ev tişt derbarê mijarê anî ziman, "Ev li gorî itîfaqa ku piştî çend mehan ji şerên dijwar pêk hat, hêzên rêjîmê ew hîn tekez ne kiriye. Li gorî itîfaqê şerê li kampa Yermûk û taxa Tedamin a li nêzî herêmê rawestiya ye."

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de jî li ser zimanê Mudîrê Navenda Çavêdriya mafê Mirovan Ramî Ebdulrehman wiha got,"Îro di satên sibê de çeteyên DAIŞ'ê ji kampa Yermûk û Tedamin derketin. Berê xwe dan rojhilatê çolistana Sûriyê. Çeteyên DAIŞ'ê hîn li herêmên fireh hene. çete bi otobîsan ber bi bajarê Tedmur (Palmêra) ve derketin rê."

Opersyona QSD'ê ya li dijî DAIŞ'ê

Rojnameyên ereban derbarê rewşa li Sûriyê de her wiha bal kişandin ser hemleya Bagera Cizîrê ku hêzên QSD'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê dane destpêkirin.  Di heman demê de amadekiriyên û perwerdekirina zarokên ku çeteyên DAIŞ'ê navê Eşbal El-Xîlafe li wan dikirin" wekî mijarên sereke girtin dest. Derbarê mijarê de rojnameya El-Ereb sernavê "navenda kurdî ya amadekaririna şerkerên zarok ên DAIŞ'ê". Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê mijarê de sernavê "zarokên DAIŞ kiribûn 'Eşbalên Xîlafetê' şerkerên biçûk ên DAIŞ'ê li Bakurê Sûriyê têne amade kirin." avêt.

Rojnameya El-Heyat jî sernavê "QSD`ê li Rojhilatê Firatê êrîşî bargeha dawî ya DAIŞ'ê dike" avêt. Rojnemayê di nivîsa xwe de got ku hêzên QSD'ê li rojhilatê Firatê êrîşî bargeha dawî ya DAIŞ'ê kirin û wiha got,"Êrîşa QSD'ê piştî çend rojan ji rizgarkirina gundê Baxoz a li ser sînor pêk hatiye. Di heman demê de hate gotin ku alîkarî di navbera hêzên ewlekarî yên Îraqê û hêzên rêjîma Sûriyê de hene. Da ku  dawî li çeteyên DAIŞ'ê bîn in."

Derbarê rewşa Sûriyê de rojanemeya El-Heyat sernavê "Rêjîma Sûriyê banga lihevkirina herêmî li gundewarên Derayê dike" avêt. Rojnemeyê got ku Malpera Çavdêriyê Mafê Mirovan a Sûriyê girtine got ku helîkopterên Rêjîmê birûşûr li ser bajaroka Besr El-Herîr û bajarokên El-Hirak û El-Sûra yên gundên Derayê jî barandin. Di birûşûran de doza lihevanîna herêmî hate kirin û ji hemû aliyan hate xwestin ku vegerin nava himbêza welat. "

Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî sernavê "Idlib: 200  koçberên Sûriyê bi xwarina fitarê jehrî bûn, tesfiyekirin zêde dibe" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku roja şemiyê derdora 200 sivîlên Sûriyê yên ber bi bakuêr Sûriyê ve hatine koçberkirin bi xwarina fitarê jehrî bûn. Fitar ji aliyê rêxistineke sivîl ku li gundewarên Idlibê kar dike hate pêşkêşkirin. Çavkaniyên Meydanî, niştimanî û herêmî destnîşan kirin ku zêdeyî 170 kes di saetên derbasbûyî de jehrî bûne. Bûyera jehrîbûnê herî zêde li kampa Hefse ya li gundewarên Meret El-Numan a Idlibê pêk hatiye."

Îraq

Di rewşa Îraqê de rojnameya El-Heyat sernavê "Di navbera El-Sedir û Ebadî de hevdîtin pêk hatin,  dibe hevdîtinên din jî pêk werin" avêt. Rojnameyê got ku Ebadî û El-Sedir deriyên komên mezin vedikin.

Rojnameya El-Erebî jî derbarê hilbijartinên Îraqê de sernavê "Encamên hilbijartinên Îraqê li Mûsilê nerîna rêveberên sinî diyar dike" avêt. Rojnameyê got ku lîsteya Ebadî di hilbijartinên parêzgeha Nînewa ya bakurê Îraqê de biser ket û wiha dom kir, "Ev serkeftin surprîzek bû, gelek guhertin di rewşa Îraqê de pêk anî. Ev ji hêzên sinî re wekî kabûsekî bû."

Dosya nuklerî ya Îranê

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê dosya nuklerî ya Îranê sernavê "nerînên welatê Ewropa derbarê îtîfaqa Îranê  berûvajî hev hat" Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku pêşniyara sê alî ya Ewropa, Çîn û Rûsiya ya derbarê dosya Îranê rê dide Îranê ku li ser maseyê rûnê û bikeve danûstendinan."

Rojnameya El-Heyat jî derbarê mijarê de sernavê "Îran: Itîfaqa Îranê di rewşa heyî de miriye" avêt. Rojnameyê got ku wezîrê Karê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Derîf diyar kir ku itîfaqa Nuklerî ya Îranê ku di navbera wan û koma 6'an de pêk hat, miriye. Şêwirmendê Îranê yê Karûbarê Navdewletî yê Xamînaî da zanîn ku berpirsên Ewropî daxuyaniyên dijberî hev derbarê parastina itîfaqa nuklerî pêk bîn e."

Rewşa tenduristî ya Serokê Filistînê

Rojnameya El-Ereb derbarê rewşa tenduristî ya Serokê Filistînê Mehmûd Ebas sernavê "Rewşa Ebas a Tendurstî bandorê li tevahî Filistînê dike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku ev cara duyemîn de ku Serokê Filistînê Mehmûd Ebas dikeve nexweşxaneyê de û wiha dom kir, "Di kêmî hefteyekê de Ebas ev 2 carin dikeve nexweşxaneyê. Ev yek nerînê li ber gelek texmînan derbarê rewşa wî ya tenduristî vedike. Rewşa Ebas ku ketiye sala 83'yan de ne zelalî derbarê pêşeroja desthildariya Filistînê û Tevgera Fetih. Bi taybet piştî ku Mehmûd Ebas (Ebû Mazin) hemû kesayetên Filistînî yên binav û deng dûr xistin."

Erdogan beriya hilbijartinan

Rojnameya El-Ereb derbarê rewşa Tirkiyê û hilbijartinên pêşwext de sernavê "Erdogan behsa hewldana tesfiyeyê dike, bi vê yekê li hêzeke siyasî digere" Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Serokkomarê Tirkiyê Erdogan hewl dide hêza xwe ya siyasî beriya hilbijartinên pêşwext mezin bike û wiha dom kir, "Sîstema piropoganda ya Erdogan roja şemiyê ketiye asteke ku tu carî ne gihayê ye. Ev dema Erdogan got ku ew li Bosna rastî hewldana tesfiyê hatiye, nîşan dide. Lê Serokkomarê Tirkiyê civîna çapemeniyê ya hevbeş bi Serokêl Meclîsa Serokatiyê ya Bûsna û Hirsik Bakr Izetbegovic re lidar xist. Civîna çapemeniyê li paytexta Bosna û Hirseg Sarajevo hate lidarxistin. Di wê demê de Erdogan ragîhand ku agahî ji MÎT'yê girtiye ku metisîna tesfiyeyê li ser wî heye."

(dc)