Lîreya Tirkî beranberî Dolar tê xwarê

Lîreya Tirkiyê beranberî dolar daketiye asteke pir kêm. Îro lîreya Tirkiyê beranberî dolar gihiştiye asta 4.55'an û metirsî derdikeve ku banka navendî nikaribe rê li pêşiya rêjeya mezinbûna darayî bigire.

Lîreya Tirkî beranberî Dolar tê xwarê
21 gulan, 2018   09:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî metirsiya serokê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan ya li hemberî mezinbûna aloziya aborî li welat, dîsa jî xwest hilbijartinên pêşwext beriya sal û nîvekê ji dema wê re di 24'ê hizêranê de lidar bixe û li aliyê din lîreya Tirkiyeyê her diçe bêtir dadikeve.

Ji destpêka îsal ve lîreya Tirkiyeyê bi qasî 16.5 ji sedî daketiye û ev yek dihêle ku bibe pereya herî xirab di bazarên nû de. Pereyên Tirkiyeyê her wiha ji ber metirsiyên girêdayî bandora Erdogan li ser siyaseta darayî neyînî bi bandor bû.

Pereyên Tirkiyeyê îro saet di 06:28'an de bû 4.5480 li hemberî dolarekî paşê careke din daket û gihîşt 4.5693'an.

Razemenîkar li bendê ne ku Banka Navendî li hemberî vê daketina lîreya Tirkiyeyê dê ti tedbîrên pêşwext bistîne û rêjeya qezenciyê beriya civîna wê ya 7'ê hizêranê bilind bike.

Siyasetên Erdogan ên derve ku destwerdana dewletên cîran dike û dijberî û destdirêjiyê li opozîsyona hundirîn berdewam dike û serweriya xwe li ser dezgehên çapemeniyê ferz dike da ku serweriya xwe li ser aboriyê jî ferz bike. Vê yekê hişt ku razemenîkar metirsiyên xwe binîn ziman û di encamê de lîreya Tirkiyeyê dadikeve û aboriya welat tê hilweşandin.