Li Qamişlo sersaxî ji bo Adil Murad hate xwestin

Rêxistina PYD'ê ya bajarê Qamişlo, ji bo endamê Komîteya Navenda ya YNK'ê Adil Murda ku beriya du rojan di encama nexweşiyê li Almanyayê wefat kir merasîmê sersaxiyê organîze kir.

Li Qamişlo sersaxî ji bo Adil Murad hate xwestin
Li Qamişlo sersaxî ji bo Adil Murad hate xwestin
Li Qamişlo sersaxî ji bo Adil Murad hate xwestin
20 gulan, 2018   13:29

QAMIŞLO

Sersaxî, li avahiya PYD'ê ya li bajarê Qamişlo hata xwestin. Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ên herêma Cizîrê sersaxî xwestin.

Şandeyên ku serdana cihê sersaxiyê kirin ji Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan, Serokê Desteya Jinê Emîna Umer, Hevserokê Meclîsa Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Mensûr El-Selûm, Hevserokê Desteya Parastinê Rêzan Gulo, nûnerên Kongreya Star, TEV-DEM, Nûnerê Partiya Kombûna Kurdistanî û endam û rêveberên meclîsên bajarê Qamişlo  pêk dihatin. Şande ji aliyê Hevserokên PYD'ê Şahoz Hesen û Ayşe Hiso ve hat pêşwazîkirin.

Beşdaran diyar kirin ku ew bi wefata Adil Murad xemgîn in û soza dan û xeta têkoşer Adil Murad berdewam bikin.

(bb)

ANHA