Astana -9, guheretina demografî û komkujiya Filistînê mijarên sereke bûn

Tura 9'emîn a danûstandinên Astanayê bi dawî dibe û Rûsya niyeta xwe ya ku danûstandinan veguhertina altirnatîfa Cinêvê eşkere dike, li aliyekî din jî peymana sê alî (Rûsya, Tirkiyê û Îran) biryar girtin ku Cebhet El-Nusra (Şaxê El-Qaîde) bixe bin parastina Tirkiyê li Idlibê. Li Filistînê Hêzên Israîlê de di roja "Nekba" komkujiyekê pêk tîne.

Astana -9, guheretina demografî û komkujiya Filistînê mijarên sereke bûn
20 gulan, 2018   04:15

بانوراما ////////////غير مدقق

NAVENDA NÛÇEYAN

Danûstandinên Astana-9, hilbijartinên Iraqê, Hêzên Israîl di salvegera 70'emîn de ya "Nekba" de komkujiyekê pêk tînin, Erdogan hewl dide aboriya Tirkiyê desteser bike mijarên sereke yên rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî bû.

Rewşa Sûriyê û civîna Astana-9

Rojnameyên Ereb derbarê rewşa Sûriyê bal kişandin ser civîna Astana-9 ku di navbera Rûsiya, Tirkiyê û Îran pêk tê, her wiha nîqaşên wan ên sê alî derbarê guhertina demokratîk û parçekirina Sûriyê. Di vê çarçoveyê de rojnameya El-Ereb sernavê "Dosya girtî û windahiyan di lîsteya karê Astana de ye" avêt. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî sernavê "Astana wê balê nekşîne ser derbasbûna hêzên ereb ji Sûriyê re"avêt. Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî sernavê "Astana-9..hewldana Rûsiya-Îran ji bo hedefgirtina opozisyonê li Idlibê" avêt.

Rojnameya El-Heyat jî derbarê mijarê de sernavê "Pêşbirka li ser xwe firehkirina li Sûriyê  "Astana" ye" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de ev tişt got: " Civîna Astana di nava texmînkirina û imkana ku binpêkirinên nû di gelek mijare de pêk were, îro tê lidarxistin. Fermandarên leşkerî yên opozisyonê beşdar nebûn. Welatên misogerkar Rûsiya, Tirkiyê û Îran beşdar bûne, DYA û Urdin jî wekî çavdêr beşdar bûn. Şandeyên opozisyonê û rêjîma Sûriyê, her wiha nûnerê NY li Sûriyê De Mustora jî beşdar dibin."

Tirkiyê xaka Sûriyê dagir dike

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî nûçeyek bi sernavê " Tirkiyê nuqteyên çavdêriyê ava dike" weşand. Li gorî nûçeyê , " Çavkaniyeke leşkerî diyar kir ku yek ji fermandarên Tirk ku bi kerwanekî leşkerî ji 60 alavan ji gundê Kefer Losîn ê bakurê Idlibê derbasî El-Raşidîn bibû civîneke ji fermandarên komên çekdar ên li Raşidîn re çêkir. Kesên beşdarî civînê bibûn fermandarên «Heyet Tehrîr El-Şam» ku «Cebhet El-Nusra» serkêşiya wê dike bû. Armacna ji civînê ew e ku helwesta koman derbarê agirbestê nîqaş bikin, nexasim piştî daxuyaniyên ku ji aliyê «Ceyş Heleb» ve derketine ku avakirina nuqteyê kontrolê red kirin."

Guhertina demografî li herêmê didome

Rojnameya El-Qudis El-Erebî derbarê guhertina demografî ya li Sûriyê sernavê"Piştî parçekirina Sûriyê di navbera 'bisûd' û 'bê sûd' de..dê çarenûsa Idlibê ku bi hezaran endamên opozisyonê lê bi cih bûn, wê çi be" avêt.Rojnameyê nivîsa xwe spart hejmartinên hatine kirin û wiha got: "21 hezar kes ji gundên Hums, Hema û Şamê di meha gulanê de gihane Idlibê. Di navbera 8'ê gulanê û heta 13'ê gulanê 12 hezar kes ji gundên Humis û Hemayê hatin bicihkirin. LI ser wan jî di navbera 3'yê gulanê û 10'ê gulanê de jî 9 hezar kes ji gundewarên Şamê birin Idlibê."

Endamê DAIŞ yê Almanî di destê hêzên kurdî de ye

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "Endamê DAIŞ yê Elmanî Ebû Umer di destê hêzên kurdî de ye" Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî sernavê "Çalakiya ezmanî ji aliyê Koalîsyona Navdewletî û YPG li dijî fermandarên DAIŞ li sînorê Îraqê pêk hat."

Rojnameya El-Heyat jî sernavê "Koalîsyon endamên DAIŞ'ê girtin, Firansa hebûna xwe li Reqayê zêde dike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê giranî da piştgiriya QSD'ê û çalakiyê wê û wiha dom kir: "Di şerê li dijî DAIŞ'ê piştgiriya ji QSD'ê re hate zêdekirin. Bi taybet li herêma rojhilatê Çemê Firatê û sînorê Sûriyê û Îraqê. Rojnameya El-Heyat agahî bi dest xistine ku Firansa hebûna xwe ya li Reqayê ku berê bargeha sereke ya Çeteyên DAIŞ'ê bû û ji aliyê QSD'ê ve hate rizgarkirin, zêde dike. Hêzên Koalîsyona navdewletî jî li gundên Hesekê çalakiyên xwe yên ezmanî ji bo girtina çeteyên DAIŞ'ê dewam kir. Di encamê de yek jê serçete bi giştî 5 çete ketin dest.

Encamên hilbijartinan Iraq û Îran tev li hev dike

Rojnameyên Ereban her wiha behsa hilbijartinên Iraqê kir, Rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek bi sernavê "Encamên hilbijartinan Iraq û Îran tevlihev dike"belav kir. Di nûçeyê de tê gotin, "Encamên hilbijartinên parlamentoya Iraqê fermandarên siyasî yên Iraqê, her wiha Îran hevalbendê gelek hêzên siyasî yên Iraqê tev li hev kir. Her wiha texmînên serokê Teyar El-Sedirî Muqteda El-Sedir ê ku bi Partiya Komunist re hevendî çêkiribû berevaj derxist. Ji ber ku lîsteya «Saîron» di rêza yekemîn de."

Rojanameya El-Heyat jî derbarê mijarê de sernavê "Hevkariyên Şîîa li benda helwesta Ebadî ne" avêt.  Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku piştî hilbijartin hatin lidarxistin komên heyî dest bi xebatên şêwira kirine û xwe ji bo avakirina hikûmetê amade kirine."

Rojnameya El-Ereb sernavê "Gelê Iraqê ji islamên tund re aciz in" avêt.  Rojnameyê got ku hilbijartinên Iraqê endamên ku kesayetên siyasî matmayî hiştine derketin holê û wiha dom kir: "Kesayên di lîstyên hilbijartinê yên cûda de cih digirin, matmayî hişt. Piraniya wan tayîfî ne. piraniya wan di teyarên Islamî yên şîî yên li ser Îranê têne hesabkirin in." xebatên şêwira kirine û xwe ji bo avakirina hikûmetê amade kirine."

Lubnan

 Derbarê rewşa Lubnanê de jî rojnameya El-Ereb sernavê "Amarîka xeteke ji bo hedefgirtina Hizbullah saz dike" avêt. Rojnameyê li ser zimanê çavkaniyên li Amarîka got ku cezayên nû yên Amarîka li ser Hizbullah feriz bike, dê li dijî kesayet û şrketên girdayî wan pêk were." Li berava rojavayê Yemenê tevgereke leşkerî ji bo amadekariyên şerê Hudeyda

Yemen

Derbarê rewşa Yemenê, Rojnameya El-Ereb nûçeyek bi sernavê " Li berava rojavayê Yemenê tevgereke leşkerî ji bo amadekariyên şerê Hudeyda" avêt û got "Çavkaniyên leşkerî tevgera leşkerî ku li berava rojavayê Yemenê, herêmên hundirîn yên girêdayî xeta beravê ji aliyê rojhilat ve rû dide bi amadekariyên şerê mezin li bajarê Hudeyda yê di bin serweriya milîên Hûsî de ve girêdan."

Komkujiya "Duşema reş"

Derbarê Filistînê jî rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê " Komkujiya «duşema reş» şahidê vekirina sefaretxaneyê ye" avêt. Di nûçeyê de wiha tê got, "DYA‘ê duh fermî sefaretxaneya xwe veguherand bajarê Qudisê. Israîl li Xezayê komkujiyeke pêk anî «duşema reş» pêk anî, di encamê de 53 Filistînî hatin kuştin û derdora du hezar û 300 jî birîndar bûn. Dolplomat texmîn dikin ku Komseya Ewlekariyê li ser daxwaza filistîniyan îro civîneke awarte li dar bixe. Helwestên erebî û navdewletî  hersên nerazîbûnê nîşandan."

Erdogan hewl dide aboriyê Tirkiyê desteser bik

Rojnameya El-Ereb, bal kişand li ser planên Erdogan ku aboriya Tirkiyê desteser bike, li ser vê yekê Rojnameyê nûçeyeke bi sernavê " Serokê Tirkiyê planan dike da ku aboriya welat desteser bike" weşand û got, "Serokê Tirkiyê Receb Teyyîp Erdogan planan dike da ku piştî hilbijartinên serokatiyê dest deyene ser aboriya Tirkiyê."

 Rojnamevan li Tirkiyê rastî lêpirsîna qanûnî û rexneyên hikûmetê tên

Rojnameya El-Ereb sernavê "Cûdahiyek ne zelel di rewşa rojnamavanên ereb û Tirk ên li Tirkiyê dimîn in" Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku piraniya rojnamavanên li Tirkiyê dimîn in behsa azadiya çapemeniyê di nûçeyên xwe dikin. Bê ku besa vê azadiyê bikin û bêjin ku azadiya wan li ber nûçeyên welatên ereb radiweste."

Demîrtaş di girtîngehê de li hemberî Erdogan disekine û newekheviyê rexne dike

Rojnameya El-Ereb nûçeyek bi sernavê " Demîrtaş di girtîgehê de li hemberî Erdogan disekine" weşand û got "Serokê Partiya Demokratîk a Gelan ê girtî Selahedîn Demîrtaş rewşa ‘‘Newekhev‘‘ a ji bo propogendayên hilbijartinên serokatiyê ku astengiyên ku ji wî re di girtîgehê de têne derxistin rexne kir. Demîtaş nivîskî bi riya parêzerên xwe pirsên AFP‘ê bersivand û got kir ew  mecbûr e di girtîgehê de propogenda xwe bike, lê Erdogan hemû îmkaniyatên hikûmî hene û got ku desthilatdarî ‘‘Dê karibe li gorî qanûna awarte bi riya ragihandinê qedexe bike‘‘ û got ku ew lê di girtîngehê de bi  riya nameyan propogendayê bike."

(bb)