Şervanê YBŞ’ê Mahîr Tayawî li Efrînê şehîd bûye

Fermandariya YBŞ'ê ragihand ku şervanê wan yê eslê xwe Ereb yê bi navê Mahir Teyawi (Ahmet Zahir Îsa) di Berxwedana Serdemê de şehîd bûye.

Şervanê YBŞ’ê Mahîr Tayawî li Efrînê şehîd bûye
19 gulan, 2018   14:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya YBŞ'ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê YBŞ'ê yê di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bûyî eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Rêheval Mahîr ê ku bi dildarî tevlî Berxwedana Serdemê ya Efrînê, ya li hemberî artêşa dagirker û talankar a Komara Tirk û hevkarên wê bû şehîd bû.

Hevalê Mahîr ê ku eslê xwe Ereb e di rizgarkirina kaosa Rojhilata Navîn de, YBŞ weke hêzeke sereke û bingeha ji bo azadiya gelê heremê dît û berê xwe da refên YBŞê. Di dema têkoşînê de her tim bi rihekî fedekar tevgeriya û bû mîlîtaneke bihêz. Di rojên hêrî zehmet de rêheval Mahîr ji bo azadiya gelê heremê çi erk ket li ser milê wî bi serkeftî pêk anî. Di nav rêhevalên xwe de kesayeteke durust, paqij û her wiha mutevazî bû û di karên pratîkê de bû xwediyê roleke girîng. Di pêvajoya ku tevlî bûyî de di giştî hemleyên ku pêşketî de bi awayekî aktîf di asta fermandartî de rol girt û çeperên herî pêş de şer meşand.

Dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşekî hovane û ferman xwestin bînin li ser gelê Şengalê, hevalê Mahîr bê deng nema û bi tevlîbûyîna xwe ya YBŞ'ê li hemberî çeteyan têkoşîneke bê hempa meşand. Herwiha vê carê çeteyên artêşa Tirk xwestin fermaneke li ser gelê Efrînê çêbikin. Li hemberî dagirkerî û talana li ser Efrînê rêheval Mahîr bi înîsiyatîfa xwe bi awayekî dildarî berê xwe da rêka Berxwedana Serdemê. Rêheval Mahîr li hember êrîşa dewleta dagirker a Komara Tirk û hevkarên wê yên ku dixwestin gelê Rojhilata Navîn di bin qetlîamekî nû de bidin derbaskirin re bû bersiveke mezin û têkoşîneke mezin da. Di pêvajoya herî giran a Berxwedana Serdemê de bi awayeke aktîf rol leyîst. Di şerê xwe de bê tereddût çû ser dijmin û heta dilopa xwîna xwe ya dawî bi lehengî şer kir û ket rêka karwanên şehîdan.

Em di şexsê heval Mahîr de giştî şehîdên Berxwedanê bi bîr tînin û sersaxî ji bo malbata wî ya birûmet dixwazin. Şehadeta rêheval Mahîr ji bo têkoşînê hîn bêhtir em anîn gel hevdû. Em soza bilindkirina ala ku şehîdên me dewrê me kiriye dikin."

Nasnameya şehîd wiha ye;

Navê Kod: Mahir Teyawi

Nav û Paşnav: Ahmet Zahir Îsa

Cih û Dîroka ji Dayîkbûnê: Baac/1990

Cih û Dîroka Şehadetê: 2018/Efrîn