Navenda Meclîsa Gundê Sewa ya Dêrazorê hat vekirin

Meclîsa Gundê Sewa yê dikeve gundewarên rojhilatê Dêrazorê navenda xwe bi navê "Şehîd Nedîm El-Şirêde" vekir.

Navenda Meclîsa Gundê Sewa ya Dêrazorê hat vekirin
19 gulan, 2018   14:08

DÊRAZOR

Meclîsa Gundê Sewa bi hevkariya Meclîsa Sivîl a Dêrazor navenda Meclîsa Gund bi merasîmekê vekir.

Bi dehan şêniyên gundê Sewa û gundên derdora wê, endamên Meclîsa Sivîl a Dêrazorê û nûnerên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzêne Erka Xweparastinê amade bûn.

Ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Paşê axaftin ji aliyên hevserokên meclîsa gund Sebha El-Yasîn û Mehmûd El-Zeyîn ve hatin kirin. Hevserokan vekirina navenda meclîsê li şêniyên gund pîroz kirin û diyar kirin ku armanca wan jiyana hevbeş û biratiya gelan belav bibe û ji şêniyên gund xwestin ku erka xwe ya li beramberî meclîsê bi cih bînin.

Di merasîmê de her wiha axaftin bi navê Mala Jin, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Meclîsa Xeta Rojava ya bajaroka Cezrat hatin kirin. Kesên axivîn vekirina navenda meclîsê pîroz kirin û hêviya serkeftinê xwestin.

Piştî axaftinan deriyê navendê ji aliyê dayika Şehîd Nedîm El-Şirêde ve hata vekirin.

Nedîm El-Şirêde bi navê rast Xidir El- Îbrahîm 30‘yê Tîrmehê di Pêngava Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê de şehîd bû.

(bb)

ANHA