Partiya Sûriyaya Pêşerojê bi gelê Kobanê re civiya

Berpirsên Partiya Sûriyaya Pêşerojê diyar kirin ku armanca wam ew e nernameyekê ji bo xelaskirina Sûriyê ji wêranî û terorê tekoşîn dikin û tekez kirin ku hemû gelê Sûriyê hevdû temam dikin.

Partiya Sûriyaya Pêşerojê bi gelê Kobanê re civiya
Partiya Sûriyaya Pêşerojê bi gelê Kobanê re civiya
Partiya Sûriyaya Pêşerojê bi gelê Kobanê re civiya
19 gulan, 2018   11:50

KOBANÊ

Serokê Partiya Sûriyaya Pêşerojê û Sekreterê Partiyê Hevrîn Xelef di civîna gel ku di çerçoveya rêzecivînê partiyê de li Kobanê hate lidaxistin, axivîn û diyar kirin ku armanca wan ji avakirina partiyê ew ku pirsgirêka aloziya Sûriyê çareser bikin.

Serokê Partiya Sûriyaya Pêşerojê Îbrehîm Qeftan di civînê de axivî û got ku ev 7 sal in ji ber şerê li Sûriyê gelek êş û zehmetî hatin jiyankirin û wiha dom kir: "Gelê me bi hemû pêkhateyên xwe doza azadiyê kirin, lê partiya Baas a desthildar daxwazên gel qebûl nekirin. Baas destnîşan kirin ku partiya Baas xwe muqedes hesab dikin, em hemû guhertinên hatin jiyankirin, dizan in."

El-Qeftan her wiha tekez kir ku partiya Sûriyaya Pêşerojê dê tu carî xwîna şehîdan jibîr nekin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em şêniyên Bakurê Sûriyê ne, em dibêjin ku em ne dûrxistina şêniyên xwe yên Humis, Heleb û Şamê hene, lê belê em bi wan temam dibin. Em ê bi hevdîtin û hevkariya bi partiyên din re li bernameyeke siyasî ji bo derxistina Sûriyê ji aloziya heyî tekoşîn bikin."

El-Qeftan di dawiya axaftina xwe de jî bal kişand ser guhertina demografî ya li Sûriyê pêk tê û destnîşan kir ku gelê Sûriyê wê tu carî van siyasetên dijber ku li ser wan têne meşandin qebûl nekinû ev tişt anî ziman: "Em ê jî ji wan re nebêjin erê, em tenê ji demokrasiyê re bêjin erê."

'Armanc yekîtiya gelê Sûriyê ye'

Di civînê de her wiha sekreta Giştî ya Partiyê Hevrîn Xelef jî axivî û wiha got: "Yasa û armancên partiya me ya Sûriyaya Pêşerojê yekîtiya gelê Sûriyê armanc digire, tekoşîna me ji bo pêkanîna Sûriyaya ne navendî."

Piştî axaftin bi dawî bû, beşdaran derbarê xebatên partiyê pirs kirin û nîqaş hate vekirin. Partiya Sûriyaya Pêşerojê kongreya xwe ya damezirîner di 27'ê Adara derbasbûyî de li bajarê Reqayê lidar xist.

(dc)

ANHA