Bi kêmderfetên xwe dibistana vekirin

Piştî ku bajaroka Giranîc a gundewarê Dêrazorê ji destên çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin, mamosteyên bajarok bi kêmderfetên xwe berpirsyariya perwerdekirina zarokên bajarok girtin ser milên xwe û bang li Komîteya Perwerdehiyê ya Meclîsa Sivîla a Dêrazorê kirin ku alîkariya wan bike.

Bi kêmderfetên xwe dibistana vekirin
Bi kêmderfetên xwe dibistana vekirin
Bi kêmderfetên xwe dibistana vekirin
19 gulan, 2018   08:32

Emar EL-XELEF – AZAD SÊFO / DÊRAZOR

Weke hemû deverên ku çeteyên DAIŞ'ê dagir kirine li bajaroka Giranîc a gundewarê Dêrazorê jî çalakiyên perwerdehiyê rawestiyan, piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk bajarok ji destên çeteyan rizgar kirin, mamosteyên bajarok peywira avakirina dibistanan tevî hemû kêmderfetan girtin ser milên xwe.

Mamosteyên bajarok niha zarokên bajarok tenê bi xwendin û nivîsandinê perwerde dikin. Di bajarok de 23 dibistan hene û niha li van dibistanan 7500 şagirt ji aliyê 10 mamosteyan ve bi awayekî dildar tên perwerdekirin.

Girêdayî mijarê birêveberê dibistana Giranîc a rojhilat Mihemed El-Elî diyar kir ku gelek kêmasiyên van dibistanan hene, nemaze di aliyê sererastkirina derî û pencereyên dibistanan û pirtûk jî nayên peydakirin.

El-Elî got ku ew bi hemû hêz û derfetên xwe hewl didin dibistanan di hemû aliyan de sererast bikin û niha şagirt li ser erdê rûdinin û perwerdeya xwe dibînin.

El-Elî got ku ji ber nepeydakirina pirtûkan niha mamoste şagirtan tenê xwendin û nivîsandinê fêr dikin. El-Elî di dawiya axaftina xwe de bang li Komîteya Perwerdehiyê ya Meclîsa Sivîl a Dêrazorê kir ku alîkariya wan bike da ku karibin çalakiya perwerdehiyê serkeftî bi rêve bibin.

(jh)

ANHA