Cangoriyên herêma Tebqayê hatin bîranîn

Şehîdê destpêkê û yên meha Gulanê yên herêma Tebaqayê hatin bîranîn.

Cangoriyên herêma Tebqayê hatin bîranîn
Cangoriyên herêma Tebqayê hatin bîranîn
Cangoriyên herêma Tebqayê hatin bîranîn
Cangoriyên herêma Tebqayê hatin bîranîn
Cangoriyên herêma Tebqayê hatin bîranîn
18 gulan, 2018   15:46

TEBQA

Şêniyên herêma Tebqa bi civînekê  şehîd xwe yê yekemîn û şehîdên meha Gulanê "Ebû Ebîr", "Dilovan Tebqa", "Ebû Casim" û "Ebû Emar" yên di berxwedana Şoreşa Bakurê Sûriyê de li dijî terorê şehîdan bûne bi bîr anîn.

Şehîd Dilovan Teqa şehîdê yekemîn li Tebqayê ye.

Civîn li avahiya Akademiya Civaka Demokratîk a bajarê Tebqayê  bi amadebûna bi dehan welatiyan hate li darxistin. Wêneyên her çar şehîdan hatibûn rêzgkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtin, beşdaran find li ber wêneyên wan vêxistin.

Rêvebera Komîteya Malbatên Şehîdan Ebîr Mûsa axivî û soza şopandina xeta şehîdan da.

Di civînê de her wiha, ji fermandarên QSD'ê Riyad El-Xemîs jî axaftin kir û ev tişt got, "Şehîd ronahiya riya me ne,  ew in ên ku riya azadiyê nîşanî gelan kirin. Bêyî şehîdan azadî ne mumkin e pêk were, ji ber ku berdêla azadiyê giranbuha ye. Bi xwîna şehîdan gel ji koletiyê azad dibe."

Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Hind Elî jî sersaxî ji malatên şehîdan re xwest û di kesayeta her çar şehîdan cangoriyên Berxwedana Serdemê bi bîr anî.

Di dawiya civînê de kurtefîlmeke li ser şehîdan hate pêşandan.

Tê payîn ku berê êvarî dê find li ser gorên wan werin pêxistin.

(bb)

ANHA