Li Til Hemîs û Şêxmeqûsd pakrewanên meha Gulanê hatin bîranîn

Li navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo û taxa Şêxmeqsûd a Helebê şehîdên 18'ê Gulanê bi çalakiyên cuda hatin bi bîranîn.

Li Til Hemîs û Şêxmeqûsd pakrewanên meha Gulanê hatin bîranîn
Li Til Hemîs û Şêxmeqûsd pakrewanên meha Gulanê hatin bîranîn
Li Til Hemîs û Şêxmeqûsd pakrewanên meha Gulanê hatin bîranîn
Li Til Hemîs û Şêxmeqûsd pakrewanên meha Gulanê hatin bîranîn
Li Til Hemîs û Şêxmeqûsd pakrewanên meha Gulanê hatin bîranîn
Li Til Hemîs û Şêxmeqûsd pakrewanên meha Gulanê hatin bîranîn
Li Til Hemîs û Şêxmeqûsd pakrewanên meha Gulanê hatin bîranîn
Li Til Hemîs û Şêxmeqûsd pakrewanên meha Gulanê hatin bîranîn
Li Til Hemîs û Şêxmeqûsd pakrewanên meha Gulanê hatin bîranîn
18 gulan, 2018   15:31

QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo, bi wesîleya 18'ê Gulanê Roja Şehîdan serdana Şehîdgeha Raxib El-Etiyê ya li gundê Salihiyê kirin.

Li Şehîdgehê merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate lidarxistin, paşê malbatên wan çîçek li ser gorên şehîdan danîn û wê navberê de dirûşmeyên "Şehîd namirin" beriz dikirin.

Di heman munasebetê, civîneke li navenda Çand û Hunerê ya navçeya hate lidarxistin.

Civin bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê ji endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeyê Ehmed Ebawî, Hevserokê Meclîsa Navçeya Til Hemîs Salih Xelef û Hevserokê Şaredariya Gel a navçeyê Ebdulrehman Hadî axivîn.

Axaftivanan Roja Şehîdan li malbatên wan pîroz kirin û nirxên şehîdan û serkeftinên ku bi kedan wan hatin bidestxistin destnîşan kirin.

Di axaftinan de soza şopandina xeta şehîdan hate nûkirin.

Piştî axaftinan Koma "Enwar " a girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ya Til Hemîs du şano pêşkêş kirin.

Di dawiya civînê de Rêxistina Alîkariyê ya Rojava diyarî pêşkêşî zarokên şehîdan kirin.

HELEB

Meclîsa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqûsd a Helebê bi heman armacnê civînek lidar xist.

Civîn li Salona Şêxmeqsûd hate lidarxistin. Bi dehan şêniyên taxê beşdarî civînê bibûn.

Salona civînê, bi wêneyên cangoriyên Berxwedana Serdemê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ û Meclîsa Malatên Şehîdan hatibû xemilandin.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê axaftin ji aliyê endama rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan Dîlan Lezgîn, Fermandarê YPG'ê Aso Bêkes û Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Mihemed Şêxo ve hatin kirin. Kesên axivîn Roja Şehîdan li malbatên şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan pîroz kirin.

Axaftivanan girîngiya meha Gulanê hate gotin û hate destnîşan kirin ku meha Gulanê bi meha şehîdan, meha serkeftinê tê naskirin û ev tişt hatin gotin, "Em bejna xwe li hemberî qehremaniya şehîdan pîroz dikin, bi xwîna wan welateke azad hatiye avakirin. Gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe ji bo azadiya xwe bi dest bixin berdêlên giranbuha dane. Dîrok şahidê qehremaniya vê gelî ye."

Axaftivanan banga xwedîderketina li şehîdan û parastina destkeftiyên wan kirin û soza mezinkirina xeta têkoşînê dan.

Civîn bi dirûşmeyan dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(bb)

ANHA