Li paytexta Iraqê êrîş;mirî û birîndar hene

Li navçeya Tarmiye ya Bexdayê di encama êrîşeke xwekujiyê de têgotin ku gelek kes mirine.

Li paytexta Iraqê êrîş;mirî û birîndar hene
16 gulan, 2018   13:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Tarmiye ya paytexta Iraqê Bexdayê êrîşeke xwekujiyê pêk hat. Kesek ku bombe bixweve girêdabû xwe nêzî mala cenzayena ya Tarmiye teqand. Di encama êrîşê de gelek kes jiyana xwe ji dest dan, gelek kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku Navenda Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê daye, têgotin ku kesek xwe bi bombe pêçayî nêzî maleke taziyê xwe teqandiye. Têgotin ku di encama êrîşê de gelek kes jiyana xwe ji dest dane û birîndar hene. Her wiha hate gotin ku hejmara kuştî û birîndaran ne hatiye zelal kirin.

Heya niha ku kes vê êrîşê negirtiye serxwe, îhtîmala kirina DAIŞ’ê heye.

Her wiha di rojên derbasbûyî de di encama êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê ya li Tarmiyeyê 7 sivîl jiyana xwe ji dest dabûn û 3 jî birîndar bûn.