'Em li Bakurê Sûriyeyê bi berxwedan û fedekariya şehîdan navdar in'

Endamê Rêveberiya Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk a kantona Kobanê Adil Hecî diyar kir ku gel bi şehîdên xwe tê nasîn û ew weke gelên Bakurê Sûriyeyê bi berxwedan û fedekariya şehîdan navdar in.

'Em li Bakurê Sûriyeyê bi berxwedan û fedekariya şehîdan navdar in'
'Em li Bakurê Sûriyeyê bi berxwedan û fedekariya şehîdan navdar in'
'Em li Bakurê Sûriyeyê bi berxwedan û fedekariya şehîdan navdar in'
16 gulan, 2018   11:29

KOBANÊ

Endamê Rêveberiya Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a kantona Kobanê Adil Hecî di merasîma sersaxiyê ya şervanê Yekîneyên Parastina Gel Şoreş Kobanê de axivî. Di merasîma sersaxiyê de ku li pêşiya mala şehîd Şoreş Kobanê a li taxa Şehîd Kawa ya bajarê Kobanê de hatibû lidarxistin, bi sedan welatiyên bajêr, nûnerên TEV-DEM'ê şervanên YPG'ê û YPJ'ê beşdar bibûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û paşê Adil Hecî axivî û sersaxiya malbata şehîd û gelê Kurd xwest û destnîşan kir ku destkeftiyên li Bakurê Sûriyeyê hatine bidestxistin bi saya fedekarî û xwîna şehîdan e û got ku gel bi şehîdên xwe tê nasîn û ew weke gelên Bakurê Sûriyeyê bi berxwedan û fedekariya şehîdan navdar in.

Her wiha soza şopandina riya şehîdan dubare kir. Welatiyên herêma Kobanê hêjî serdana konê sersaxiyê dikin û sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin.

ANHA