Ciwanên Girê Spî di hemleya 'TAMAM' de piştgiriya gelê Bakurê Kurdistanê dikin

Endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Girê Spî (Til Ebyed) di hemleya "TAMAM" de da ku Erdogan ji ser desthilatdariyê bête daxistin, piştgiriya xwe bi gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re ragihandin.

Ciwanên Girê Spî di hemleya 'TAMAM' de piştgiriya gelê Bakurê Kurdistanê dikin
16 gulan, 2018   11:53

GIRÊ SPÎ

Tevgera Ciwanên Rojava ya Girê Spî bi daxuyaniyekê piştgirya xwe di hemleya "TAMAM" de bi gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re ragihandin, piştî ku ji serokê Tirkiyeyê hate pirsîn ku eger jê were xwestin ku dest ji desthilatdariyê berde û wî jî tenê got: "TAMAM"

Daxuyanî li pêşiya navenda Yekîtiya Ciwanan a bajarê Girê Spî ji aliyê Endamê Yekîtiyê Basil El-Seyad ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Piştî îflasketina dewleta Tirkiyeyê ku êdî nikare li hemberî pêla azadî û guhertinê derbikeve, hewl dide bi hemû hêza xwe desthilatdariya xwe li ser gel ferz bike.

Di vê çarçoveyê de serokê Tirkiyeyê car bi car derdikeve ser ekranên televîzyonan û daxuyaniyên xwe radigihîne û îdîa dike ku pêşxistina hilbijartinan mijarekî rewa ye, nemaze piştî ku hemû rikberên xwe xistin zîndaran û rewşa awarte li welat ragihand da ku siyaseta xwe li ser gel ferz bike û xwe weke sultanekî Osmaniyan ê serdema nû nîşan bide. Lê tevî vê yekê îradeya gel ti carî nayê şikandin û êdî ji Erdogan re dibêjin ku ew weke Bexdadî ye û cihê wan herduyan di çopa dîrokê de ye.

Piştî hemû talan û kuştina li seranserî Bakurê Kurdistanê, bi alîkariya rêxistinên terorîst ên weke DAIŞ û El-Nusra bes nekir û bi hemû hêz û derfetên xwe hewl dide şoreşa gelan bişkîne û dest bi êrîşên li dijî herêmên Sûriyeyê kir û herêma Efrînê li pêşiya çavên hemû cîhanê dagir dike.

Li ser vê bingehê gel bi hemleya "TAMAM" radibe. Em weke Ciwanên Girê Spî piştgiriya vê hemleyê dikin û em dibêjin na ji dagirkeriya Tirkiyeyê ya li dijî welatê me. Bijî netewa demokratîk. Bijî gelê me li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê.

Bimire sîstema faşist a Tirkiyeyê, hilweşe sîstema kujer Erdogan."

ANHA