Ajokarên erebeyan zehmetiyan di çûn û hatinê de dibînin

Ji ber şerê ku di navber şervanê QSD û çeteyên DAIŞ`ê ku li bajarê Reqayê çêbû û ji ber ku çeteyan rêyên bajar xerab kiribûn,  ajokarên erebeyan ji ber vê yekê gazincan dikin.

Ajokarên erebeyan zehmetiyan di çûn û hatinê de dibînin
Ajokarên erebeyan zehmetiyan di çûn û hatinê de dibînin
Ajokarên erebeyan zehmetiyan di çûn û hatinê de dibînin
Ajokarên erebeyan zehmetiyan di çûn û hatinê de dibînin
Ajokarên erebeyan zehmetiyan di çûn û hatinê de dibînin
16 gulan, 2018   09:51

BASIL EL-EBDULLAH / REQA

Piştî ku bajarê Reqayê ji aliyê şervanên QSD`ê ji çeteyên DAIŞ`ê ve hate rizgarkirin,  rêyên xirabkirî ji ajokaran re bûne pirsgirêk û zehmetiyan di çûn û hatinê de dibînin.

Pêwîstiya rêyên bajar bi sererastkirinê heye. Rêjeya rêyan xirabkirî ji sedî 40 û piraniya wan rêyên serke ne.

Di vê çarçoveyê de ajokarên bi navên Xelîl Musefa û Xalid El-Nafa gotin ku ew zehmetiyê di çûn û hatinê de dibînin ji ber ku rêyên bajar xirab bûne.

Her wiha Hevserokê Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Meclîsa Sivîl a Reqayê Ehmed El-Xelîl got ku komîteya Xizmetguzariyê derbarî rêyên xirabkirî lêkolîn dike û wê li gorî derfetên xwe rêyan sererast bike.

(bx)

ANHA