Dagirkeriya Tirkiyeyê Cisir Şixor ji Sûriyeyê vediqetîne

Tabûrekî leşkerî yê girêdayî artêşa Tirk a dagirker derbasî bajarê Cisir Şixor ê girêdayî parêzgeha Idlibê bû da ku têde 12 "xalên çavdêriyê" di navbera deverên El-Sermaniyê û Xane ya gundewarê rojavayê Cisir Şixorê de ava bike û bi vê yekê bajêr bi temamî ji Sûriyeyê vediqetîne.

Dagirkeriya Tirkiyeyê Cisir Şixor ji Sûriyeyê vediqetîne
16 gulan, 2018   09:40

NAVENDA NÛÇEYAN

Tabûrekî leşkerî yê girêdayî artêşa Tirk a dagirker ku ji nêzî 150 siware û alavên leşkerî pêk dihat beriya çend rojan di deriyê sînorê yê Keferlosîn re derbasî herêmên di bin serweriya artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê bû. Artêşa Tirk dê li vê herêmê hin xalên xwe yên çavdêriyê ava bike.

Li gorî çavdêran bi vê belavbûna artêşa Tirkiyeyê li van deverên girêdayî bajarê Cisir Şixor, armanca Tirkiyeyê ew e ku bajêr û gundewarê wê bi temamî ji Sûriyeyê veqetîne û dagirkeriya wê bi temamî bike û ji aliyê meclîsa ku wê ji çeteyan ava kirine birêve bibe.

Çavdêran dane zanîn ku artêşa Tirk dê 12 xalên çavdêriyê li herêma di navbera herdu deverên El-Sermaniyê û Xane yên gundewarê rojavayê bajarê Cisir Şixor de ava bike û armanca wê tenê ew e ku bajarê Cisir Şixor û gundewarê wê bi temamî ji Sûriyeyê veqetîne ji ber ku ev herêmê ji deryaya Spî ve nêzîk e.

ANHA