Li gundê Um El-Hoş navenda tendirûstiyê hate vekirin

Meclîsa Tendirûstiyê ya girêdayî Meclîsa kantona Şehbayê ji bo ku xizmeta  şêniyan di aliyê tendirûstiyê bike navendeke tendirûstiyê li gundê Um El-Hoş a girêdayî navçeya Ehresê vekir.

Li gundê Um El-Hoş navenda tendirûstiyê hate vekirin
Li gundê Um El-Hoş navenda tendirûstiyê hate vekirin
Li gundê Um El-Hoş navenda tendirûstiyê hate vekirin
16 gulan, 2018   06:52

ŞEHBA / ELÎ GEDRO

Meclîsa Tendirûsiyê ya girêdayî Meclîsa kantona Şehbayê hemû xizmetên tendirûsiyê ji şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê re pêşkeş dike. Di vê çarçoveyê de ji bo ku xizmeta şêniyên herêmê bike navenda tendirûsiyê li gundê Um El-Hoş ê girêdayî navçeya Ehresê vekir.

Di navenda tendirûstiyê de cihê nexweşiyên hundirîn, bijîşkê diranan, 2 hemşîre, dermanxane hene. Navenda tendirûsiyê rojane di navbera 16 – 20 nexweşan derman dike. Her wiha nêzî 25 kesên nexweşên diranan jî derman dike.

Meclîsa Tendirûsiyê hewil dide ku nexweşiyên jinan di navendê de derman bike.

Derfetên navendê kêm in û pêwîstiya wê bi alîkariyê heye.

Navenda Tendirûsiyê rojane ji saet 9:00`an heta 15:00`an di nava kar de ye. Navenda Tendirûstiyê hemû nexweşên gundên derdora Um El-Hoş pêşwazî dike. Kadroyên tendirûstiyê tevî derfetên xwe yên kêm alîkariya nexweşan dike. Dema ku derfetên dermankirinê li gel wan tune bin wan rêdikin nexweşxaneyên nêz ji bo ku li wê derê werin dermankirin.

Hêjayî bi bîr xistinê ku navenda tendirûstiyê ji aliyê Meclîsa Tendirûstiyê ve hate vekirin û tevî derfetên xwe yên kêm bê pere xizmeta şêniyan dike.

(bx)

ANHA