Li rojhilatê Firatê DAIŞ`ê ber bi tunebûnê ve diçe

Bi rizgarkirina gundê Baxozê ya rojhilatê Çemê Firatê, êdî hebûna çeteyn DAIŞ`ê ber bi dawiyê ve diçe û Pêngava Bagera Cizîrê dighêje armancên xwe.

Li rojhilatê Firatê DAIŞ`ê ber bi tunebûnê ve diçe
16 gulan, 2018   06:47

AZAD SEFO-EMAR XELEF / DÊRAZOR

Gundê Baxozê ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate rizgarkirin ji bo çeteyên DAIŞ`ê gundekî giring û istratejîk bû, ji ber ku gund deriyê sereke yê derbasbûna bajaroka Hejîne"Bargeha herî dawî ya DAIŞ`ê li rojhilatê Çemê Firatê" ye. Her wiha gundê Boxazê beşek jê di nava axa Sûriyê de û beşê din jî li ser sînorê Sûriyê-Iraqê ye.

Çeteyên DAIŞ`ê bi dagirkirina gundê Boxazê, wekî herêmeke leşkerî raghand û kir deriyê derbasbûna çeteyan di navbera Sûriyê û Iraqê de. Ji aliyekî din ve jî, çeteyên DAIŞ`ê şêniyên gund hemû koçber kir, da ku malên sivîlên bikin navendên xwe yên leşkerî û cihê pêşwazîkirina çeteyên ji Iraqê. Ji aliyekî din ve jî, çeteyên DAIŞ`ê ji bo kes nêzî gund nebe, bi sedan mayîn li derdora  gund çandin.

QSD`ê ku careke din Pêngava Bagera Cizîrê ji bo rizgarkirina sînorê Sûriyê-Iraqê û çolistana Dêrazorê dabû destpêkirin, di 13 rojan de 21 km rizgar kir û gihîşt derdora gundê Baxozê.

Piştî paqijkirina rêye, QSD û bi kordîneya hêzên Iraqê, piştî şerekî dijwar ku çend saetan dewam kir, di 14`ê Gulanê de gundê Baxozê rizgar kir.

Bi rizgarkirina gundê Boxazê, rêya destekdayîna DAIŞ`ê li Iraqê li rojhilatê Çemê Firatê bi awayekî giştî hate birîn. Di heman demê de, çeteyên DAIŞ`ê di gelek gund û bajaroka Hejîne de yên li aliyê rojhilatê Çemê Firatê hatin dorpêçkirin.

Her wiha QSD û Artêşa Iraqê dikaribûn yek ji armancên hemleyê pêk bînin û çeteyên DAIŞ`ê ji sînorê Sûriyê-Iraqê yê li rojhilatê Çemê Firatê û başûrê bajarê Dêrazorê qut bikin.

(ekip)

ANHA