El-Qeftan û Hevrîn: partiya me ji diyaloga bi her aliyekî re amade ye

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê û sekretêra wê ya giştî di civîneke giştî de li Tebqayê diyar kirin ku ew amade ne diyalogê bi her aliyekî aloziya Sûriyeyê re bikin û dane zanîn ku armanca wan ne çepgir an rastgirekî radîkal e û daxwaza wan ew e ku buroyên xwe li giştî Sûriyeyê vebikin.

El-Qeftan û Hevrîn: partiya me ji diyaloga bi her aliyekî re amade ye
El-Qeftan û Hevrîn: partiya me ji diyaloga bi her aliyekî re amade ye
15 gulan, 2018   10:15

MIHEMED HEYAWÎ – EBDILREZAQ ZEKERIYA / TEBQA

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan û sekretêra giştî ya Partiyê Hevrîn Xelef di civînekê de li Tebqayê axivîn û diyar kirin ku armanca wan ew e ku dê buroyên partiya xwe li giştî parêzgehên Sûriyeyê vebikin û di nava wan de li paytexta Sûriyeyê Dîmeşqê.

Îbrahîm El-Qeftan di destpêka axaftina xwe de got ku piralîbûn dewlemendiya Sûriyeyê ye û nenavendî çareseriya hemû pirsgirêk û aloziyên Sûriyeyê ye.

El-Qeftan destnîşan kir ku rêjîma Baasê li hemberî daxwazên gel bi darê zorê derket û hişt ku Sûriye derbasî şerekî navxweyî bibe û di encamê de bi sedhezaran qurbanî û bi milyonan koçber çêbûn.

El-Qeftan da zanîn ku armanca Partiya Sûriya Pêşerojê di çarçoveya Sûriyeke piralî û sosyal û nenavendî de ye ku ji aliyê ciwanên wê ve bête birêvebirin û dûrî nêrînên tunekirin û radîkalbûna etnîkî û olî û wiha got: "Hin dewletan aloziya Sûriyeyê ji xwe re bikar anîn û welatiyên Sûriyeyê di şerên xwe de bikar anîn. Çi dewletên Ereb an herêmî yan jî navnetewî."

El-Qeftan di berdewama axaftina xwe de got ku şerê Sûriyeyê yê niha ji şerê wekîlan yê di navbera tabûrên neniştimanî û rêjîma Baasê de veguherî şer aliyan û ev yek piştî ku Tirkiyeyê destwerdana xwe di Sûriyeyê de kir û heman tişt li Xota El-Şerqiyê jî pêk hat û ti cûdabûn di navbera koçberkirina etnîkî û mezhebî de tune ye.

El-Qeftan diyar kir ku Partiya Sûriya Pêşerojê bê alî ye û axaftina xwe wiha domand: "Ew ne rastgir û ne jî çepgir dixwaze. Em naxwazin Sûriye weke rêjîma Baasê bi Sûriya El-Esed were pênasekirin. Em dixwazin dengê Sûriyeyê piralî û nenavendî be û diyalog bi hemû aliyan re were pêkanîn û di nava wan de rêjîm jî hebe."

El-Qeftan da zanîn ku eger DAIŞ bi salan li ser sînorê Tirkiyeyê bimaba ti carî Tirkiye weke metirsî li ser xwe nabîne û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk herêmên Bakurê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin, niha Tirkiye vê yekê metirsîdar dibîne."

Di derbarê armancên partiyê de El-Qeftan da xuyakirin ku armanca Partiya wan ew e ku li Dîmeşq, Humis, Laziqiyê, Helebê buroyên xwe vebike û wiha domand: "Ji bo em buroyên xwe li seranserî Sûriyeyê vebikin em di nava xebatan de ne, da ku diyalog di navbera hemû aliyan de were destpêkirin. Şoreşa nan firneyekê ava dike û şoreşa azadiyê miletekî ava dike."

Di heman civînê de sekretêra giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef pirsên beşdaran bersivandin û got ku diyalog yek ji rêgezên bingehîn a partiya wan e, çi bi rêjîmê re û çi jî bi hemû aliyên din re da ku çareseriyekê ji aloziya Sûriyeyê re peyda bikin û pêşeroja gelê Sûriyeyê ronî bikin.

Hevrîn da zanîn ku rola partiya wan a niha ne tenê siyasî ye, lê belê bernameyeke wan a giştî di hemû aliyên rêveberî, aborî û çandî de heye û destnîşan kir ku bernameya partiyê ew ku divê rêveberiyên herêmî serweriyeke mezintir di hemû aliyên aborî , rêveberî û dadwerî de werbigirin.

ANHA