'Jiyana di bin konan de ji zulma DAIŞ'ê gelekî baştir e'

Welatiyên bajaroka Hecîn ku di bin serweriya çeteyên DAIŞ'ê de ye, neçar man ji malên xwe koçber bibin û diyar kirin ku çete tirs û xofê di nava welatiyan de diçînin û wiha gotin: "Jiyana di bin konan de ji zulma DAIŞ'ê gelekî baştir e".

'Jiyana di bin konan de ji zulma DAIŞ'ê gelekî baştir e'
'Jiyana di bin konan de ji zulma DAIŞ'ê gelekî baştir e'
'Jiyana di bin konan de ji zulma DAIŞ'ê gelekî baştir e'
'Jiyana di bin konan de ji zulma DAIŞ'ê gelekî baştir e'
15 gulan, 2018   10:54

AZAD SEFO – EMAR EL-XELEF / DÊRAZOR

Rojane bi dehan welatiyên bajaroka Hecîn a di bin serweriya çeteyên DAIŞ'ê de ye koçberî herêmên ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve hatine rizgarkirin dibin. Hejmara konên di kampên koçberan de rojane zêde dibin.

Nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawar serdana  gundê Ebû Hemam a rojhilatê çemê Firatê kirin û bi hin welatiyên koçber ên bajaroja Hecîn re hevdîtin pêk anîn. Welatiyan behsa sedema koçberiya xwe û astengiyên li koçberiyê rastî wan tên kirin.

Hemûd Michim El-Cîcan yek ji welatiyê bajaroka Hecîn e diyar kir ku ew ji ber zulma çeteyên DAIŞ'ê neçarî koçberiyê bûne û jiyana li bejahiyê ji zulma wan baştir e.

El-Cîcan da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê malên welatiyan talan dikin û qanûnên xwe yên taybet li ser welatiyan ferz dikin.

Welatiya bi navê Turfa El-Alî destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê gelek komkujî di derheqê welatiyên herêmê de pêk anîn û wiha got: "Em neçar man ji malên xwe koçber bibin û berê xwe bidin deverên ku Hêzên Sûriya Demokratîk rizgar kirine. Me li vir aramî dît piştî ku bi salan me di nava tarîtiyê de jiyan dikir."

Turfa bang li Hêzên Sûriya Demokratîk kir ku bajaroka wan rizgar bikin da ku vegerin malên xwe û aram jiyan bikin.

Welatiyê bi navê Ebûd El-Ubêd jî behsa hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê kir û wiha anî ziman: "Jiyana di bin konan de ji zulma DAIŞ'ê gelekî baştir e."

El-Ubêd da zanîn ku piştî çeteyên DAIŞ'ê li herêmê hatin dorpêçkirin zexta xwe li ser welatiyan zêde kirine û gelek welatî ji malên wan derxistin da ku di şûna wan de bicih bibin û got ku welatiyên di nava wan de mane jî weke mertalên zindî bikar tînin.

El-Ubêd di dawiya axaftina xwe de bang li Meclîsa Sivîl a Dêrazorê kir ku alîkariyê bi koçberên bajaroka Hecîn re bikin.

(jh)

ANHA