Di rojnameyên Erebî de mijarên sereke

Danûstandinên Astana-9 di roja xwe ya 2‘yemîn de didome û Idlib mijara sereke ye, Artêşa Tirk a dagirker beşeke din ji xaka Sûriyê dagirk dike. Hate ragihandin ku fermandarên artêşa Tirk bi çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam re civiyan. Li Filistînê jî ber vekirina Sefaretxaneya DYA ya li Qudsê ku di salvegera damezrandina Îsraîlê de hate kirin, komkuiyek pêk hat.

Di rojnameyên Erebî de mijarên sereke
15 gulan, 2018   09:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî di weşanên xwe yên îro derketine de, mijarên wekî danûstandinên Astana-9, civîna di navbera fermandarên Tirk û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam, hilbijartinên Iraqê û Tirkiyê girtin dest.

Dosyaya Idlib li ser maseya Astana -9  e

Rojnameyên Erebî bal kişandin ser danûstandinên Astana-9, li ser vê yekê Rojnameya El-Şiriq El-Ewset nûçeyek bi sernavê  «Astana- 9» herêmên kêmkirina şer û girtiyan digire dest.. Amerîka ne amade ye" weşand, her wiha El-Qudis El-Erebî jî sernavê "«Astana- 9»: Idlib veguherî herêmên «rawestandina şer» û Sûriyê di navbera «Tirûkiyaya grantor»" avêt.

Rojnameya El-Qudis El-Erebî diyar kir ku Tora 9‘emîn a danûstandinên Astana li paytexta Kazaxistanê bi beşdarbûna welatên gorantor «Rûsya, Tirkiyê û Îranê», şandeyên rêjîm û mûxalefetê.. şandeya Neteweyên Yekbûyî ku nûnerê taybet yên Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Steffand De Mistura serkêşiya wê dike û Urdun wekî çavêdêr, nebeşdarbûna şandeya DYA‘ê duh dest pê kir."

Rojnameyê ji kesê bi navê mûdîrê Buroya Ragihandinê ya şandeya hêzên şoreşê ya leşkerî li Astanayê diyar kir "Mijarên ku di tora 9‘emîn  danûstandinên Astanayê de têne nîqaşkirin; Idlib ji herêmên kêmkirina şer veguherandin herêmên agirbestê û rawestandina çalakiyên leşkerî yên rêjîma Sûriyê û hevalbendên wê yên Îran û milîsên girêdayî wê. Her wiha berdewamkirina avakirina nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê li Idlibê. Di danûstandinana de her wiha behsa îbtalkirina peymana Qahîre ya derbarê gundewarê bakurê Humisê û pêkanîna bendên Astana li şûna wî û qedexekirina koçberkirina ji gundewarên Humisê, hate kirin."

Rêjîm ber bi girtina Hecer El-Eswed ve diçe

Derbarê rewşa meydanî li Sûriyê, Rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê "Rêjîma Sûriyê ber bi girtina bi temamî «Hecer El-Eswed» ve diçe" weşand û diyar kir ku rêjîma Sûriyê piştî şerê dijwar bi rêxistina «DAIŞ» re ku derbeyên giran lê da, nêzîk bûye ku herêma «Hecer El-Eswed» bi temamî bigire."

Tirkiyê parçeyek nû ji xak Sûriyê dagir dike û bi Tehrîr El-Şam re dicive

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî nûçeyek bi sernavê " Tirkiyê nuqteyên çavdêriyê ava dike" weşand. Li gorî nûçeyê " Artêşa Tirkiyê ragihand ku wê li parêzgeha Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê nûqteyên çavdêriyê ava kir. Avakirina nuqteyan di çarçoveya îtîfaqa herêmên «kêmkirina şer» de pêk tê. Çavkaniyek leşkerî yê Tirkiyê got ku, nuqteya nû ya ku li herêma Zawiya ya gundewarê başûrê Idlibê, rojavayê parêzgeha Hemayê hatine avakirin ya 11‘emîn e  di nava nuqteyan de ye ku Tirkiyê li parêzgehê ava dike. Avakirina nuqteyan di çarçoveya îtîfaqa bi Rûsya û Îran re ku Astana-6‘an de pêk tê. Artşa Tirk di 12‘ê Cotmeha derbasbûyî de dest bi avakirina nûqteyan kir."

Nûçeyê wiha domand "Çavkaniyeke leşkerî diyar kir ku yek ji fermandarên Tirk ku bi kerwanekî leşkerî ji 60 alavan ji gundê Kefer Losîn ê bakurê Idlibê derbasî El-Raşidîn bibû civîneke ji fermandarên komên çekdar ên li Raşidîn re çêkir. Kesên beşdarî civînê bibûn fermandarên «Heyet Tehrîr El-Şam» ku «Cebhet El-Nusra» serkêşiya wê dike bû. Armacna ji civînê ew e ku helwesta koman derbarê agirbestê nîqaş bikin, nexasim piştî daxuyaniyên ku ji aliyê «Ceyş Heleb» ve derketine ku avakirina nuqteyê kontrolê red kirin."

Endamên hilbijartinan Iraq û Îran tev li hev dike

Rojnameyên Ereban her wiha behsa hilbijartinên Iraqê kir, Rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek bi sernavê "Encamên hilbijartinan Iraq û Îran tevlihev dike"belav kir. Di nûçeyê de tê gotin, "Encamên hilbijartinên parlamentoya Iraqê fermandarên siyasî yên Iraqê, her wiha Îran hevalbendê gelek hêzên siyasî yên Iraqê tev li hev kir. Her wiha texmînên serokê Teyar El-Sedirî Muqteda El-Sedir ê ku bi Partiya Komunist re hevendî çêkiribû berevaj derxist. Ji ber ku lîsteya «Saîron» di rêza yekemîn de."

Peywendî di navbera Ebadî û Sedir ji bo avakirina hikûmeta Iraqê

Girêdayî mijarê, rojnameya El-Ereb nûçeyek bi sernavê " Sedir û Ebadî ji bo amadekariyên avavakirina hikûmeta Iraqê di nava peywendiyan de ne" weşand û got, "Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ku dema serokatiya wî bi dawî bûye, duh di xîtabeke xwe de  diyar kir ku ew ê bi Teyar El-Sedirî yê ku li gorî encamên destpêkê yên di hilbijartinên parlamentoya di rêza yekê de ye îtîfaqan çêbike. Ebadî heman peyvên Muqteda El-Sedir bi kar anî û bang li aliyên siyasî kir ku li hemberî encamên hilbijartinan rêzdar bin."

Komkujiya duşema reş şahidê vekirina sefaretxaneyê ye û hêrasa Erebî û navdewletî

Derbarê Filistînê jî rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê " Komkujiya «duşema reş» şahidê vekirina sefaretxaneyê ye" avêt. Di nûçeyê de wiha tê got, "DYA‘ê duh fermî sefaretxaneya xwe veguherand bajarê Qudisê. Israîl li Xezayê komkujiyeke pêk anî «duşema reş» pêk anî, di encamê de 53 Filistînî hatin kuştin û derdora du hezar û 300 jî birîndar bûn. Dolplomat texmîn dikin ku Komseya Ewlekariyê li ser daxwaza filistîniyan îro civîneke awarte li dar bixe. Helwestên erebî û navdewletî  hersên nerazîbûnê nîşandan."

Demîrtaş di girtîngehê de li hemberî Erdogan disekine û newekheviyê rexne dike

Rojnameya El-Ereb nûçeyek bi sernavê " Demîrtaş di girtîgehê de li hemberî Erdogan disekine" weşand û got "Serokê Partiya Demokratîk a Gelan ê girtî Selahedîn Demîrtaş rewşa ‘‘Newekhev‘‘ a ji bo propogendayên hilbijartinên serokatiyê ku astengiyên ku ji wî re di girtîgehê de têne derxistin rexne kir. Demîtaş nivîskî bi riya parêzerên xwe pirsên AFP‘ê bersivand û got kir ew  mecbûr e di girtîgehê de propogenda xwe bike, lê Erdogan hemû îmkaniyatên hikûmî hene û got ku desthilatdarî ‘‘Dê karibe li gorî qanûna awarte bi riya ragihandinê qedexe bike‘‘ û got ku ew lê di girtîngehê de bi  riya nameyan propogendayê bike."

Li Lundunê xwepêşandinên li dijî Erdogan

Rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê " Erdogan di serdana xwe ya ji bo Lundunê de rastî xwepêşxandanan hat" weşand û diyar kir, "Serokê Tirkiyê Receb Teyyîp Erdogan roja yekşemê dema ku serdana Lundunê kir ji aliyê bi sedan xwepêşandêran ve hate pêşwazîkirin. Xwepêşandarêan siyaseta wî bi taybet a li dijî kurd, partiyên mûxalif û ragihandinê, her wiha girtina bi dehhezaran mûxalif şermezar kirin."

Li berava rojavayê Yemenê tevgereke leşkerî ji bo amadekariyên şerê Hudeyda

Derbarê rewşa Yemenê, Rojnameya El-Ereb nûçeyek bi sernavê " Li berava rojavayê Yemenê tevgereke leşkerî ji bo amadekariyên şerê Hudeyda" avêt û got "Çavkaniyên leşkerî tevgera leşkerî ku li berava rojavayê Yemenê, herêmên hundirîn yên girêdayî xeta beravê ji aliyê rojhilat ve rû dide bi amadekariyên şerê mezin li bajarê Hudeyda yê di bin serweriya milîên Hûsî de ve girêdan."