Astana.. toreyên firotin û guhertina demografîk 'opozîsyon' bi dawî kir

Qada leşkerî ya Sûriyeyê bi destpêkirina mijara ku jêre tê gotin herêmên kêmpevçûn ku ji aliyên Rûsya, Tirkiye û Îranê ve hatiye lihevkirin û destwerdana aloziya Sûriyeyê dikin, hate guhertin. Rûpîvana di bin serweriya hêzên rêjîmê de ji sedî 20 derket ji sedî 60 bi saya vê lihevkirinê Tirkiye hate parastin û guleya rehmetê li "opozîsyonê" hate lêdan û hate bidawîkirin.

Astana.. toreyên firotin û guhertina demografîk 'opozîsyon' bi dawî kir
15 gulan, 2018   09:16

NAVENDA NÛÇEYAN / YEHYA EL-HEBÎB

Eşkere bû ku projeyên Tirkiyeyê di Sûriyeyê û giştî Rojhilata Navîn de têk çûn, namze tevliheviya ku rayedarên Tirkiyeyê û di serî de Receb Tayîp Erdogan û AKP'ê jiyan dikirin û tavilê xwe avêt hembêza Viladîmêr Potîn ku hewl da Tirkiyeyê ji vê tevliheviyê rizgar bike û ji xwe re bikar bîne da ku destkeftiyên mezintir di Sûriyeyê de bi dest xwe ve bîne. Rêveberiya Tirkiyeyê daxwaza Rûsyayê weke hilbijêra tekane ji xwe re wergirt da ku têkçûnên xwe sînordar bike û berjewendiyên xwe yên siyasî û leşkerî bêyî ku ziyanekê bibîne pêk bîne.

Di giştî sala 2017'an de 8 toreyên civînên Astana di derbarê aloziya Sûriyeyê de hatin lidarxistin û toreya yekemîn di 23'yê Çileya 2017'an de û ya herî dawî di 21'ê Kanûna 2017'an de hatin lidarxistin. Lê evan toreyên Astana çareserî ji trajediya welatiyên Sûriyeyê de peyda nekir, lê belê berûvajî wê berjewendiyên Rûsya, Tirkiye û Îranê pêk anîn û dagirkerî bi riya lihevkirina di bin navê herêmên kêmpevçûn de rewa kir.

Astana 4 bi riya "herêmên kêmpevçûn" opozîsyon bi dawî kir

Di her 8 toreyên Astana de Tirkiyeyê bi Rûsya û Îranê re lihev kir ku "çalakiyên şer li ser giştî ciyografiya Sûriyeyê bêne kêmkirin" ev yek tişta ku dihat gotin lê naveroka wê ew e ku şerê li dijî rêjîma Baasê bête rawestandin.

Toreya Astana 4 weke guleya kujer bû ku hemû komên çete yên ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirtin bêne bêdengkirin û ev gule ji aliyên herêmî û navnetewî ve hate avêtin dema ku dest bi pêkanîna lihevkirina "herêmên kêmpevçûn" kirin. Bi riya vê hevpeymanê rê li pêşiya şerê li dijî DAIŞ'ê ve kir û bi vê yekê rêjîma Baasê serkeftin li pey serkeftinê li bejahiya Sûriyeyê bi dest xwe ve anîn û di dawiyê de yekemîn armanca hevpeymana di nava hersê aliyan de pêk hat ew jî aliyê Îranê ye, ango riya bejahî ya ku Tehranê bi Beyrûtê ve girêdide pêk hat.

Di qonaxa herêmên kêmpevçûn de rêjîmê serweriya bêtirî 65 hezar km çarkoşe dikir

Di derbarê destkeftiyên rêjîmê û Rûsyayê de ew girêdayî vegerandina 65 hezar km çarkoşe ye. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku rêjîma Baasê beriya Astanayê serweriya ji sedî 20 ji axa Sûriyeyê dikin û piştî hevpeymanê ev rêje derket ji sedî 60 û ev yek jî destkeftiya yekemîn û duyemîn a aliyên beşdar ên li rex rêjîmê bû û bi awayekî eşkere û zelal.

Tirkiye dagirkeriya herêmên Sûriyeyê dike û demografiya wan diguherîne

Di derbarê aliyê Tirkiyeyê de, dema dît ku derketina wê ji qada Sûriyeyê weke têkçûyî nêzîk bûye, xwe avêt hembêza hurçê Rûsî û gelek hevpeyman di nava toreyên Astana û di çarçoveya hevpeymana herêmên kêmpevçûn de bi wê re îmze kirin. Rûsya û Îranê jî dest bi çalakiyên guhertina demografîk kirin û herêma Xota El-Şerqiyê ya Dîmeşqê radestî rêjîmê û Îraniyan kirin û li hemberî wê Tirkiye herêma Efrînê dagir bike. Ev çalakiyên guhertina demografîk bi hevkarên xwe yên Rûsya û Îranê re berdewam kirin û êdî Dîmeşq û gundewarê wê û gundewarê Humis û Hemayê hema bi temamî ji komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê hatin valakirin.

Tirkiyeyê sûd ji vê hevpeymanê wergirt da ku dagirkeriya axa Sûriyeyê bike piştî ku nikaribû ber bi hundirê Sûriyeyê ve biçe û di bin navê xalên çavdêriyê de evan xal bi çek û leşkeran dagirtin û êdî riya hatûçûna cebilxaneyê di deriyên sînor ên Idlibê yan deriyên li herêmên Keferlosîn û derdora wê yên di navbera Sûriye û Herêma Iskenderon a Tirkiyeyê re vekirî ne.

Astana 9.. koçberkirin û kambaxî ber bi başûrê Sûriyeyê ve diçe û çarenûsa Idlibê tê lêkolînkirin

Bi destpêkirina toreya 9'emîn a Astanayê re ku duh hatiye destpêkirin, gumana senaryoyên koçberkirina bi darê zorê û firotina herêman û êrîşa li dijî hin herêmên din tê bala mirovan û her tim encamên toreyên van civînan in ên ku li paytexta Kazexistanê yên di navbera sêaliyên Rûsya, Tirkiye û Îranê de hatine lidarxistin. Niha çav ber bi başûrrojavayê Sûriyeyê "Deraa" ve diçin da ku riya nû ya hêzên rêjîmê be ku alîkariya xwe ji Rûsya û Îranê werdigire.

Di heman dema vê toreya nû de, û pêşbirkiya di navbera hersê aliyan de da ku serweriya xwe xurt bikin, Rûsya çespandina destkeftiyên rêjîmê li navenda welat û başûrê Dîmeşqê bi riya bilindkirina asta guhertina demografîk xurt dike. Tirkiyeyê jî gefan dixwe ku dê hin herêmên din di Sûriyeyê de dagir bike.

Di toreya 8'emîn a Astana de û di toreya nû de ku niha tê lidarixstin, ti carî aştî û azadiyê ji gelê Sûriyeyê re nîne, lê belê wan neçarî koçberiyê dike û hişt ku rêjîmê dîsa serweriya xwe li ser rûpîvaneke mezin ji ciyografiya Sûriyeyê ferz bike. Dimîne parêzgeha Idlibê ya di bin serweriya Cebhet El-Nusra û Tirkiyeyê de ku têde komên çete yên cûda kom kirine, dê were paşxistin heta ku lihevkirineke nû di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de pêk were.

(jh)

ANHA