Gel ji ber kort û çalên li ser rê bi gazinin

Şêniyên bajarê Girê Spî ji ber kort û çalên li ser riyên bajêr bi gazinin ji ber ku piştî barîna baranê, tevgera wan asteng dibe. Şaredariya Gel jî diyar kir ku wan projeya çareserkirina riyan daniye pêşiya xwe û li benda erêkirinê ne. 

Gel ji ber kort û çalên li ser rê bi gazinin
Gel ji ber kort û çalên li ser rê bi gazinin
Gel ji ber kort û çalên li ser rê bi gazinin
Gel ji ber kort û çalên li ser rê bi gazinin
Gel ji ber kort û çalên li ser rê bi gazinin
Gel ji ber kort û çalên li ser rê bi gazinin
14 gulan, 2018   06:54

IBRAHÎM EHMED/GIRÊ SPÎ

Li kolanên bajarê Girê Spî kort û çal hene, ev yek tevgera trafîkê asteng dike. Bi barîna baranê re rewşa trafîkê hê xerabtir bû û gelek erebe ji ber avê ji xizmetê derketin.

Welatiyê bi navê Cuma Şawîş hêvî kir ku Şaredariya Gel bi lezgînî rêyan sererast bike, ji ber ku piştî barîna baranê tevgera trafîkê asteng bû. Cuma wiha domand, ″ji ber av û heriyê zarok nikarin di kolanan de bimeşin. Her wiha tevtgera ereb û maşîneyan jî asteng dibe.″  

Endamê Şaredariya Gel a Kantona Girê Spî Mustefa Bozo diyar kir ku wan plansaziya sererastkirina riyan daniye pêşiya xwe û li benda erêkirina rêveberiya şaredariyê ne.

Musteda anî ziman ku dibe yekê Hezîranê xebatên sererastkirinê dest pê bikin. 

 (mm)

ANHA