Tirkiyê ji bo Rûsiya razî bike, komeke nû ava dike

Hin saziyên çapemeniyê diyar kirin ku Artêşa Tirk a dagirker kar dike ku hêzeke nû li parêzgeha Idlibê ava bike. Armanca wan bi vê yekê ew e ku di dema lidarxistina civîna Astana-9 nêzîk bûye, têkiliyên xwe bi Îran û Rûsiya re pêş bixe.

Tirkiyê ji bo Rûsiya razî bike, komeke nû ava dike
13 gulan, 2018   12:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Pont Post derbarê mijarê de raporek ji nivîskarê xwe Wail Hisên re bi sernavê "Ji bo Îran û Rûsiya razî bike, komeke nû ava dike" weşand. Di nivîsê de hate diyarkirin ku dê 10 noqteyên çardêriyê li Idlibê werin bicihkirin. Di nivîsê de her wiha hate destnîşankirin ku noqteya dawî ya li herêma Raşidîn a nêzî bajarê Helebê herî zêde bû mijara gengeşeyan.

Malperê her wiha destnîşan kir ku çalakiyên leşkerî yên Rûsiya li herêma rojava û başşrê Idlibê hîn jî didom in. her wiha hate gotin ku hêzên rêjîmê û hevkarên wê hêzên xwe li derdora Idlibê zêde dikin. Di heman demê de hate destnîşankirin ku hewldanên dewleta Tirkiyê heye ku herêmên din di gundewarên Laziqiyê dagir bike, di vê çarçoveyê de li herêma Çiyayê Kurdan lêgerîn pêk anîn.

Di nivîsê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi vê yekê ew ku xeta ji Cerblusê heta gundewarên Helebê  û heta bighêje derya Spî. Di vê herêmê de jî guhertina demografîk pêk bîne.

Di raporê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk rewşa aloz a Sûriyê û nakokiyên heyî ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne. Ev yek bi taybet piştî dagirkirina Efrînê zêde bû ye. Niha jî hewl dide li şûna çeteyên Cebhet El-Nusra komeke nû bi behaneya şerê li dijî Cebhet El-Nusra ava bike. Ev gava dewleta Tirk bi pir armancan tê kirin. Sedemek ji wan razîkirina Rûrisya û Îranê ye, her wiha bi vê yekê hewl dide bi Artêşa Amarîka re bikev nave danûstendinê da ku piştgiriya lojîstîk ji koma çekdar a nû re peyda bike. Wekî beriya 3 salan ku li gundewarên bakurê Helebê piştgirî ji fireqeya El-Hemze  Firqeya 30 re peyda kir.

Li ser komên çekdar ên di nava hêza nû de cih bigirin jî di raporê de hate gotin ku koma behsa mijarê wê 11 hêzên leşkerî yên bi navê "Katîbeyên Artêşa Azad û Firqeya Deryayî"ya Yekem pêk tê. Ev xebata wan dê bi rêveberiya Feyleq El-Şam pêk were. Feyleq Al-Şam yek ji komên rola wan a di êrîşa li ser Efrînê de sereke bû.

Di dawiya raporê de jî hate gotin ku Feyleq El-Şam dê bargehên xwe yên sereke bibe gundên Efrînê, da ku dûrî nakokî û şerê di navbera koman dûr bike. Di heman demê de da ku kordîneya wan bi Artêşa Tirk re hêsan bibe.

(dc)

ANHA