Guhertina demografî didome, ala Tirkiyê bilind dikin

Artêşa Tirk a dagirker ala ku çeteyên wê bikar tînin û navê "Ala Şoreşê" lê dikin ji holê radike  û qedexe kir ku çete wekî sembol li ser cilên xwe bikar bînin.

Guhertina demografî didome, ala Tirkiyê bilind dikin
Guhertina demografî didome, ala Tirkiyê bilind dikin
13 gulan, 2018   10:16

HOGIR NECAR / NAVNEDA NÛÇEYAN

Piştî Artêşa Tirk a dagirker li herêmên Idlibê yên nêzî Helebê 9 noqte di bin navê Çavdêriyê de çêkirin, hewl dide wî herêmê wekî xaka Tirkiyê bide nîşandan û çeteyên li wir beşdarî hilbijartinan bike. Artêşa Tirk a lixwekirina cilên bi ala "Şoreşa Sûriyê" li çeteyên qedexe kirin û wan mecbûr dikin ku tenê cilên ala Tirkiyê li ser heye, li xwe bikin.

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya gaveke din a guhertina demografî ya li Bakurê Sûriyê tenê alên Tirkiyê  têne bikaranîn.

Artêşa Tirk a ji destpêka dagirkirina Efrînê ala Tirkiyê li ser saziyan rakir. Ne wekî bajarên din ên Bakurê Sûriyê ku dagir kiriye.

Di heman demê de Artêşa Tirk a dagirker li riyên ketina bajarê Efrînê alavên pêşketî yên girtina şûntiliyan her deh tiliyan danîne. Bi wî cîhazî şûna tiliyên hemû welatiyên Efrînê yên berê, her wiha çete û malbatên wê digirin, her wiha wêneyên wan digrin da ku nasnameyê "Kimlik" bidin wan, ji wan dixwazin ku serî li navenda Seraya bidin da ku belgeyên her kesekî werbigirin.

Çavdêran diyar kirin ku niyeta Erdogan ji vê gavê ew e ku herêmê bi xaka xwe ve girêbide û şêniyên wê jî beşdarî hilbijartinan bikin û wiha sextekariyê di hilbijartinên welat de pêk bînin. Ji ber alîgirên AKP‘ê  di demên dawî de kêm bûne.

Di gel polîtîkeyên guhertina demografî û rakirina ala Tirkiyê de komên çete yên bi destê dewleta Tirk hatine perwedekirin li herêman têne bicihkirin. Çeteyên Sultan Silêman Şah wêneyên çeteyên xwe yên navê "Hêzên Antî Teror" li wan dikin weşandin û li ser milê hemû çeteyan ala Tirkiyê hatiye danîn.

Çeteyên Sultan Silêman yek ji tîmên herî nêzî dewleta Tirk a dagirker in. Çeteyê bi navê "Ebû Emşa" fermandariya wan dike. Navê wî jî li ser navê yek ji sultanên Osmaniyan li wî hatiye kirin. Çeteyên wî alên Erdogan radikin û di bin banê "Diri El-Firat" de tevdigeriyan.  Rola wan di dagirkirina Cerblus û Babê de hebû, beriya wê jî li gundewarên Hemayê di bin navê "Lîwai Xet El-Nar" (Tugaya xeta Agir) tevdigeriya.

Di heman çarçoveyê de çavkaniyan destnîşan kir ku Meclîsa Soran a Herêmî ku ji aliyê dewleta Tirk ve  hatiye avkirin û di riya wan re "Noqteya Çavdêriyê" saz kirine. Li wir jî ala Tirkiyê li ser navenda meclîsa behsa mijar hatiye rakirin û ala çeteyan ji ser hate daxistin.

(dc)

ANHA