Lehiya li Kobanê: 30 mal hilweşiyan

Li bajarê Kobanê ji ber lehiyê 30 mal hilweşiyan û ji sedî 90 zerar hatin dîtin.

Lehiya li Kobanê: 30 mal hilweşiyan
13 gulan, 2018   10:44

KOBANÊ

Duh li kantona Kobanê ji ber barana dijwar ku bi saetan dirêj kir lehî rabû. Di encamê de ziyanên mezin gihiştin mal û milkên welatiyan. Bilindbûna asta ava lehiyê gihişt yek û nîv mîtreyî.

Ji bo tesbîtkirina ziyanan Şaredariya Gel a ji saetên sibehê ve dest bi serjimariya ziyanan kir.

Hevserokê Şaredariya Gel a bajarê Kobanê Faris Etiyê ji ajansa me re diyar kir ku rêjeya xisarê gihişt 500 mîlyon Lêreyên Sûrî.

Etiyê her wiha diyar kir ku herî zêde taxa Botan a Roava ya nêzî Girê Meştenûrê ziyan dît û got ku li taxê 30 mal hilweşiyan, her wiha ji sedî 90 zerar hatin dîtin.

Hevserokê Şaredariyê destnîşan kir ku li navçeya Şêran a dikeve rojhilatê bajarê Kobanê lehî rabû û golên avê di mala de çêbûn.

Tîmên Heyva Sor a Kurd yekser alîkarî kir û destwerdana lezgîn pêşkêş kir.

Xebatkarên şaredariyê li taxa Botan a roajva xebatên rakirina bermahiyan didomîne.

(bb)

ANHA