Li Bakurê Sûriyê sala perwerdeyê ya 2017-2018 serkeftî bû

Sala perwredeyê ya 2017-2018′an li piraniya kantonên Bakurê Sûriyê serkeftî bi dawî bû. Li Kantona Efrînê jî ji dagirkeriya Tirk xebatên perwerdeyê asteng bûn.

Li Bakurê Sûriyê sala perwerdeyê ya 2017-2018 serkeftî bû
13 gulan, 2018   07:09

HOGIR NECAR / NAVENDA NÛÇEYAN 

Dibistanên Kantonên Bakurê Sûriyê 15′ê Îlona sala 2017′an li pêşiya şagirtan hatin vekirin. hin dibistanên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ′ê ve hatibûn rûxandin û mayînê lê hatibûn çandin, dereng vebûn.

Li dibistanên herêma Cizîrê mertiryalên perwerdeyê bi koordîneya KPC-Demokratîk û Desteya Perwerdeyê ya herêma Cizîrê hatibûn amadekirin, hatin xwendin û sala xwendinê ya 2017-2018′an pir serkeftî bi dawî bû.

Li herêma Cizîrê hezar û 950 dibistan hatin vekirin û 200 hezar şagirtên dibistanên seretayî û navîn lê hatin pêşwazîkirin. Tê payîn ku dê sala bê, metiryalên Rêveberiya Xweser li dibistanên amadeyî jî bêne xwendin. 

Li herêma Firatê jî, 470 dibistanên Kantona Kobanê li pêşiya 63 hezar û 926 şagirtên seretayî, navîn û amadeyî hatin vekirin. Li Kantonê hezar û 739 mamoste hatin amadekirin. 

Li Kantona Girê Spî jî, li navçeya Silûkê 202 û li navçeya Eyn Îsa 206 dibistanên seretayî, navîn û amadeyî hatin vekirin û 16 hezar şagirt hatin pêşwazîkirin. 

Li Kantona Girê Spî sala perwerdeyê ya 17′ê Îlona 2017′an dest pê kir. Ji bo fêrkirina şagirtan hezar û 500 mamoste hatin amadekirin. Di navbera havînê de KPC-Demokratîk dewreyên perwerdeyê û fêrkirina rêbazê dersdayînê ji bo mamosteyan vekiribûn.

Şagirtan bi vekirina dibistanan kêfxweşiya xwe anîn ziman û dane zanîn ku ew bi riya perwerdeyê fêrî gelek tiştên nû dibin.

Li bajarên Reqa, Tebqa û Minbicê jî mertiryalên perwerdeyê yên ji aliyê Komîteyên Perwerdeyê yên girêdayî meclîsên sivîl ên van bajaran ve hatine amadekirin, hatin xwendin. 

Li navenda bajarê Tebqayê 7 dibistan, li gundewarên başûr rojhilat (bajaroka Mensûra û gundewarên wê)35 dibistan hatin vekirin, 5 hezar şagirt hatin pêşwazîkirin û 200 mamoste lê hatin erkdarkirin. Li gundewarên rojava (bajaroka Cerniye û gundewarên wê) jî 60 dibistan hatin vekirin û 6 hezar şagirt hatin pêşwazîkirin û 200 mamoste lê hatin erkdarkirin.

Li giştî herêma Tebqayê 18 hezar û 800 şagirtan sala perwerdeyê ya 2017-2018′an serkeftî derbas kirin. Beriya ku sala perwerdeyê dest pê bike, Komîteya Perwerdeyê 700 mamoste amade kiribûn. 

Zarokên ji ber dagirkeriya DAIŞ′ê 4 salan ji mafê xwendinê bêpar man. Piştî 4 salan, xebatên perwerdeyê jinûve dest pê kirin û sala xwendinê 27′ê Mijdara sala 2017′an dest pê kir. Li navenda bajarê Reqayê 10 û li gundewarên wê 142 dibistan hatin vekirin û 45 hezar şagirt hatin pêşwazîkirin. Ji bo hînkirina şagirtan Komîteya Perwerdeyê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê bi sedan mamoste amade kirin. Li Reqayê dibistana yekem li taxa Meşleb hat vekirin.

Li navenda bajarê jî 317 dibistanên seretayî, navîn û amadeyî li bajar û gundewarên wê hatin vekirin. 48 dibistanên navîn û amadeyî li bajar û gundewarên wê û 269 dibistanên seretayî li bajar û gundewarên wê hatin vekirin.

Beriya ku sala perwerdeyê dest pê bike, Komîteya perwerdeyê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Minbicê 8 hezar û 5 mamoste amade kirin. 

Kantona Efrînê

Li Kantona Efrînê jî ji ber dagirkeriya Tirk şagirtan nikarîbûn sala xwendinê ya 2017-2018′an bi dawî bikin.  

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Kantona Efrînê zêdeyî 300 dibistan amade kiribûn, her wiha 2 hezar û 450 mamoste perwerde kirin. Hejmara şagirtên ku li dibistanan hatî pêşwazîkirin 45 hezar şagirt bûn. 

(mm)

ANHA