QSD'ê û Artêşa Iraqê çawa hevkariyê bi hev re dikin?

Hemleya Bagera Cizîrê ku ji aliyê QSD'ê ve hatiye destpêkirin, bi hemû hêza xwe didome. Hemle bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî û bi awayekî koordînekirî bi Artêşa Iraqê re li nêzî sînorê Îraqê pêk tê. Nûçegîhanên ajansa me (ANHA) karîbûn xwe bighînin sînorê Îraqê û hevkariya di navbera QSD'ê û Artêşa Iraqê pêk tê, bişopîn in.

QSD'ê û Artêşa Iraqê çawa hevkariyê bi hev re dikin?
QSD'ê û Artêşa Iraqê çawa hevkariyê bi hev re dikin?
QSD'ê û Artêşa Iraqê çawa hevkariyê bi hev re dikin?
QSD'ê û Artêşa Iraqê çawa hevkariyê bi hev re dikin?
13 gulan, 2018   07:24

AZAD SEFO-EMAR EL-XELEF / DÊRAZOR

Hêzên QSD'ê û hêzên Artêşa Iraqê di çarçoveya qonaxa dawî ya hemleya Bagera Cizîrê ya ji bo rizgrkirina xeta sînor û herêmên din ên di bin dagirkiriya çeteyên DAIŞ'ê de mane, di nava hevkariyê de ne. Nûçegîhanên ajansa me (ANHA) bi hêzên QSD'ê re xwe gihandin noqteyên li ser sînor ên Artêşa Iraqê û hevkariya di navbera herdû aliyan de ji nêz ve şopandin.

Hevkarî çawa pêk tê

Hêzên QSD'ê bi awayekî korîdnekirî bi hêzên Iraqê re cihê çeteyên DAIŞ'ê tesbît dikin, paşê di xeta sînor de li dijî çeteyan dikevin tevgerê. Di encama hevkariya di navbera QSD'ê û Artêşa Iraqê de rê li ber çeteyan tê girtin ku derbasî aliyên din ê sînor bibin. Di heman demê de piştî ku herêmek ji çeteyan tê rizgarkirin, noqteyên kontorlê li herdû aliyên sînor têne danîn. Di heman demê de hêzên QSD'ê û Artêşa Iraqê bi hevre cihên çeteyan ên nêzî sînor topbaran dikin, her dû alî bi hev re jî ji bo parstina sivîlên li herêmê mane di nava hevkariyê de ne.

Balafirên Artêşa Iraqê jî bi awayekî koordînekirî bi QSD'ê û Koalîsyona Navdewletî re cihên çeteyan bombebaran dikin.

Endamê Fermandariya QSD'ê Şatir Hesen ku bi nûçegîhanên me re çû herêmên sînor derbarê mijarê de got ku hevkariya di navbera wan û Artêşa Iraqê li herdû aliyên sînor tê kirin û got ku armanca wan ew e ku şaştiyên ku rê ji çeteyên DAIŞ'ê re vebikin, bigirin.

Hesen her wiha destnîşan kir ku hevkariya wan û Artêşa Iraqê dê heta rizgarkirina tevahî herêma sînor û pêkanîna parastina wê dewam bike.

Endamê Fermandariya QSD'ê Şatir Hesen da zanîn ku hevkariya wan û Artêşa Iraqê û tevgera wan a hevbeş dê di nava çend rojên pêş de bighêje armanca xwe.

(dc)

ANHA