'Hilbijartin şeklî ne, daxwaza gelan pêk nayên'

Hevserokê Partiya Aştî ya Kurdistanê Talal Mihemed diyar kir ku hilbijartinên li welatên Rojhilata Navîn têne lidarxistin, ne demokrasî ne û destnîşan kir ku desthildar bi van hilbijartinan dixwaz in desthildariya xwe xurtir bikin.

'Hilbijartin şeklî ne, daxwaza gelan pêk nayên'
13 gulan, 2018   04:10

MÛRADA KENDA-NÛRÎ OMAR / QAMIŞLO

Hevserokê Partiya Aşîtî ya Kurdistanê Talal Mihemed têkildarî hilbijartinên li Lubanan, Tirkiyê, Îraq û Başûrê Kurdistanê ji ajansa me (ANHA) re axivî û hin nirxandin kir.

Talal Mihemed di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku tevahî Rojhilata Navîn di aloziyeke dijwar re derbas dibe û ev tişt anî ziman: "Desthildarên Rojhilata Navîn ji bo nexşeyeke nû li herêmê dînin, di dema aloziyê de hilbijartinan lidar dixin. Bi van hilbijaritinan dixwazin dagirkeriya li ser xaka Kurdistanê dijwartir bikin. Hilbijartinên di rewşa awerte û tirsê de pêk tên de bê hiqûqî ye û di aliyê demokrasiyê de jî vala ne. Ev hilbijartin şeklî ne û bi tu awayî hêvî û daxwazên gel pêk nayîn in."

Talal Mihemed anî ziman ku hilbijartinên wan dê encamên demokrasî bi xwe re neyîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tirkiyê bi taybet di rewşeke awerte re derbas dibe. Kesên doza demokrasiyê dikin, dixin girtîgehan de. Ev diyar dike ku demokrasî li vî welatî nîne. Bi van hilbijartinan tê xwestin ku desthildariya serokomarê Tirkiyê Erdogan firehtir bibe."

‘Avakirina jiyana demokratîk hilweşandina desthiladariyê ye’

Mihemed di berdewama axaftina xwe de jî bal kişand ser kirîza ku dewleta Tirk tê jiyankirin û wiha dewam kir: "Rewşa dewleta Tirk di aliyê aborî de jî di nava xeteriyê de ye. Ew ê nikaribin wiha dewam bikin. Roj bi roj aboriya wan hildiweşe. Heger desthildariya wan wiha dewam kir, dê nikaribin tu çareseriyê bi xwe re bîn in. Her wiha wê kirîza civakî û aborî li Tirkiyê hîn kûrttir bibe. Tenê bi avakirina jiyana demokratîk dê guhertin pêk were û sîstema deshildaran hilweşe. Heger doza kurd neyê çareserkirin, ne mumkine pirsgirêkên Tirkiyê çareser bibin.”

Talal Mihemed da diyarkirin ku Erdogan ji bo li ser têkçûnên xwe veşêre berê xwe da hilbijartinên pêşwext û wiha pê da çû: “Erdogan bi hemû teknîna pêşketî nêzî 2 mehan êrşî Efrînê kir. Nikarîbû bikeve Efrînê. Lewma berê xwe da sivîlan û komkujî pêk anî. Niha jî dixwazê bi riya hilbijartina van binkeftinên xwe veşêrê. Di vê demê de êdî gelê Tirkiyê ji Erdogan ne raziye û dagirkeriy awî qebûl nakin. Erdogan van nêrazîbûn û nakokiyên di nav dewleta Tirkiyê de  li ser deshiladariya xwe xeter dibîne. Bi xeyalên demdirêj dixwaze desthildariya xwe fireh bike."

 ‘Kirîza Tirkiyê bi hilbijartinan çareser nabe’

Talal Mihemed her wiha destnîşan kir ku Erdogan û hikûmeta wî dixwaze pirsgirêkên li Tirkiyê têne jiyankirin derxîne derve û wiha dewam kir: "Erdogan û hikûmeta wî pisgirêkên di Tirkiyê de têne jiyankirin. Ji ber vê yekê jî êrîşî Efrînê kirin, her wiha êrîşî Başûrê Kurdistanê jî dikin. Bela baş bizanin ku kirîzên Tirkiyê dê bi hilbijartinên deshiladariyê neyên çareserkirin."

Hilbijartinên Lubnan

Talal Mihemed bal kişand ser aloziya li Sûriyê û bandora wê li hilbijartinên têne kirin û wiha dewam da axaftina xwe: " Aloziya li Sûriyê bandor li hilbijartinên Lubanê û deverên jî dike. Destê Îran di hilbijartinên Lubanê de heye. Encamên hilbijartinên li Lûbnanê wê pir nakokiyan bi xwerê bîne. Dengê gel derneket holê. Lewma ev hilbijaritn dê demokrasiyê bi xwe re neyîn in.”  

Talal li ser hilbijartinên Îraq û Başûrê Kurdistanê jî wiha got: “Li Îraq û Başûrê Kurdistanê jî hilbijartinên ne demokrasî têne kirin. Desthildar dixwazin beşek jî Şîa di hilbijatinan de xûrt bikin û wiha nakokiyan ava bikin. Erdogan di hilbijartinên Başûrê Kurdistanê û Îraqê de hewl dide rê nede partiyên demokratîk biserkevin.”

Hevserokê Partiya Aşîtî ya Kurdistanê Talal Mihemed di dawiya axaftina xwe de got ku hemû herêm di nava kirîzêkê de derbas dibe û ev tişt anî ziman: "Heya pisgirêka gelê Kurd çaresêr nebedê kirîza herêman neyên çareserkirin û hilbijartinên demokratîk wê neyên lidarxistin.

(dc)

ANHA