Balafirên Îsraîlê bakurê Xezayê bombebaran kir
Balafirên şer ên Îsraîlê herêma Beyt Hanûn a dikeve bakurê herêma Xezayê bombebaran kir.

XEZA
Nûçegihanê ANHA′yê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê herêma Beyt Hanûn a bakurê Xezayê ku gelê Filistînê lê li ber xwe didin, bombebaran kir.
Nûçegihanê me diyar kir ku bombebaranê bersiva êrîşa Filistîniyan a li ser deriyê Kerem Ebû Salim û teqandina xetên gazê yên Xezayê, da.
(mm)
ANHA