Di salvegera vekirina pirtûkxaneya Perwîn û Rodî de şevbuhêrk

Bi boneya salvegera duyemîn a vekirina pirtûkxaneya Perwîn û Rodî, şevbuhêrkeke hunerî hat lidarxistin.  

Di salvegera vekirina pirtûkxaneya Perwîn û Rodî de şevbuhêrk
12 gulan, 2018   17:48

KOBANÊ

Di şevbuhêrkê de endamên partiyên siyasî yên Kantona Kobanê, Endamê damezrîner a konferasyona xwendekarên Kurd Polat Can û gelê herêmê, amade bûn. 

Şevbuhêrk bi sînevizyonekê dest pê kir. Di sînevizyonê de bal hat kişandin ser pêvajoyên ku zimanê Kurdî li Kantona Kobanê tê re derbas bû û rewşa zimanê Kurdî li parçeyên din ên Kurdistanê. Her wiha şehîd Perwîn û şehîd Rodî ku di komkujiya Hezîrana sala 2015′an de şehîd bûn, hatin bîranîn. 

Piştre Polat Can axivî û da zanîn ku divê li tevahî herêmên Kurdistanê pirtûkxane hebin, da gelê Kurd kiryarên dijmin ên qirkirina çanda Kurdî nas bike. 

Polat diyar kir ku komkujiya Hezîrana sala 2015′an îsrara gelê Kurd a berxwedanê zêde kir û diyar kir ku nîşaneya vê yekê vekirina hejmareke mezin ji pirtûkxane û akademiyan e.

Piştî axaftinan, komên Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido hunerên xwe pêşkêş kirin. 

Pirtûkxaneya Perwîn û Rodî 12′ê Gulana sala 2016′an hat vekirin  û nêzî 2 hezar pirtûkxane lê hene. Perwîn û hevjînê xwe Rodî mamosteyên zimanê Kurdî bûn, piştî 20 rojan ji zewaca wan di komkujiya 25′ê Hezîrana sala 2015′an de şehîd bûn. 

(mm)

ANHA