Hilbijartinên Iraqê.. Parçebûn, etnîkî û girêdana bi derve ve

Ji sala 1991‘an de hetanî rizgarkirina Iraq ji DAIŞ‘ê sala 2017‘an de 5 caran hilbijartinên girîng ku guheretineke di dîroka Iraqê de çêkir, pêk hatin. Lê rexmî vê yekê, nakokiyên aliyên herêmê û navdewletî li ser Iraqê hilbijartin ji navaroka wê dûr xistin.

Hilbijartinên Iraqê.. Parçebûn, etnîkî û girêdana bi derve ve
11 gulan, 2018   05:52

Nexşeya siyasî ya Iraqê

NAVENDA NÛÇEYAN / YEHYA EL- HEBÎB

Di gel tevgereke siyasî û ewlekarî amadekariyên hilbijartinên Iraqê têne kirin. Li Iraqê cara sêyemîn e piştî destwerana Amerîka di herêmê de sala 2003‘an hilbijartin têne kirin.

Di vê dosyayê de emê behsa nexşeya siyasî ya Iraqê, senaryo û encamên muhetemel ên hilbijartinan bikin.

Sala 2003′yan piştî destwerdana Amerîka ya li  Iraqê, li herêmê danûstandin pêk hatin û gava yekem a parvekirina li ser esasê pêkhateyan hat avêtin. Piştî hilbijartinên ku di wê demê li Iraqê pêk hatin jî, sala 2009′an Hevbendiya Niştîmanî (Îtîlafa Niştîmanî ya Iraqî) ku nûnertiya hemû pêkhate û partiyên Şîî dike, ji aliyê Serokwezîr Ibrahîm Ceferî ve hat avakirin. Hevbendiyê hemû rêxistinên Şîî girtin nav xwe, beşdarî hilbjartinên parlementoya Iraqê bû û wek mezintirîn rêxistinên siyasî hat destnîşankirin. Rêxistinên ku di hevbendiyê de cih digirin ev in ″Îtîlafa Dewleta Zagonê bi serokatiya Nûrî El-Malikî, Konseya Bilind  a Îslamî, Partiya Îslah bi serokatiya Ibrahîm Ceferî, Şepêla Sedir bi serokatiya Muqtefa Sedir, rêxistina Bedir bi serokatiya Hadî Amirî, Partiya Fedîle û kesayetên din.″ Hizbul Dewa El-Islamî (Partiya Dewa ya Islamî) teşkîleya siyasî ya herî bi mezin ya Serokatiya Wezaretê ji dema hikûmeta Ceferî ya sala 2005an, hikûmeta Malikî ya 2014‘an û hikûmeta Ebadî ku dê bi hilbjiartinên 2018‘an re bi dawî bibe, birêve bir.

Hevgirtinên Beyt El-Şîî, koalîsyonên ku cihê xwe de nav de digirin ev in:

Koalîsyona El-Nesir

Serokê Parlamantoya Iraqê Heyder El-Ebadî serokatiya wê dike. Ji Kutleya El-Nehda û El-Selam, Hizbulfedîle El-ÎSlamî, Yekîtiya Islamî a Tirkumenên Iraqê, Teyar El-Islah El-Wetenî (Şepêla Reforma Niştimanî) ku Îbrahîm El-Caferî serkêşiya wê dike, Kongreya Niştimanî ya Iraqê bi serokatiya Aras Hebîb, Kuluna El-Iraq, Şepêla Niştimanî ya Eşîrî li Iraqê, Tecemu Muqtediron Lilsilm û El-Bûna, Hereket El-Wefa El-Iraqiyê serokê wê Qasim El-Fehdawî ye, Teyar El-Edale we El-Nuhud, Tecemu Sewt El-Cemahîr, Tecmu El-Iraq El-Cedîd, Tecemu Siwar El-Intîfada Muhened El-Zîrcawî, Hereket Eta serokê wê Falih El-Feydade, Teyar El-Ebrar El-Wetenî, Kutlet Diri El-Iraq, Emel El-Rafîdeyên, Kutlet Musteqilûn a bi serokatiya El-Şehirstanî û hwd.. 

Kutlet El-Fetih El-Mûbîn

Ji baskên siyasî yên komên girêdayî El-Heşid El-Şabî pêk tê. Sekretêrê Giştî yê Rêxistina "Bedir" Hadî El-Amirî serokatiyê wê dike. Hevgirtina El-Fetih El-Mûbîn ji 18 rêxistinên siyasî tevlî rêxistina Bedir pêk tê, di nav de El-Hereket El-Islamiya Fî El-Iraq (Tevgera Islamî ya Iraqê), Tevgera El-Sidiq We El-Eta, Hizbullelîa El-Islamî, Hereket El-Cîhad We El-Bîna, Kutlet Mintesirûn, Hereket El-Sadiqûn, El-Tecemu El-Şabî El-Musteqel, Hizbullmîhenyîn Lîlîmar, Tecemu Kefa Serxet El-Texyîr, Tecemu Îraq El-Mûsteqbel, Hizbullah El-Iraq, Meclîsa El-Ala El-Islamî El-Iraqî ( Meclîsa Bilind a Islamî li Iraqî), Mûnezemet El-Emel El-Islamî El-Iraqî, Hereket 15 Şaban El-Islamiya û Tecemu El-Şebek El-Dîmoqratiya.

Hevgirtina Saîron

Hêzeke siyasî bi navê "Saîron" hate avakirin. Ev hêz ji Hizbullîstîqama El-Wetenî ya ji aliyê Mûqteda El-Sedir ve hate avakirin, Partiya Komunist a Iraq û hejmarek hêzên siyasî yên Serokê Teyar El-Sedir "Muqteda El-Sedir" serokatiya wê dike, her wiha 8 partiyên din di nav de partiyên sivîl wekî ya Komunist a Iraqê, Hizbuldewlete El-Adile û Ciwan pêk tê.

Koalîsyona Dewleta Zagonî (Îtîlaf Dewlet El-Qanûn)

Cîgirê Serokê niha Nûrî El-Malikî serokatiyê wê dike, hejmarek tevger û hêz û siyasetmedar beşdarî koalîsyonê bûn, ji wan " Teyar El-Weset" bi serokatiya Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Iraqê yê Berê Miwefeq El-Rebî, Hereket El-Beşayir El-Şebabiya Yasir Ebid Sexîl El-Malokî serokatiya wê dike, Hizibudûat El-Isalm – Tenzîm El-Iraq Serokê wê cîgirê Serokê Iraqê yê berê Xidêr El-Xuzayî ye, Hereket El-Nûr- El-Intîfada we El-Texyîr Endamê parlamentoya Iraqê Mihemed El-Hindawî serokatiyê wê dike, Kutleya Meen Lîlqanûn a Mihemed Ceaz, El-Hizbul Medenî ya Hemed El-Mewsewî, Teyar El-Seqafî El-Wetenî Elî Wetût serokatiyê wê dike, Tecemu Umena Beledna û Teyar Welayûn El-Islamî.

Teyar El-Hikma (Şepêla Hikma)

Seyd El-Hekîm piştî ku ji Hevgirtina "El-Nesir" vekişiya biryar da ku bi tena xwe hilbijartinan bike.

Hevgirtinên Suna

Partî û aliyên siyasî yên Suna ji ber cudabûna nêrînan nedikarî eniyeke siyasî ji kadroyên xwe re ava bike. Hevgirtên Suna jî hejmarek koalîsyonan pêk tê, ji wan:

Koalîsyona El-Qerar El-Necef

Hevgirtina El-Qerar El-Iraqî, ji hevgirtina Sekrtêkerê Giştî yê Hizb Lîliraq Mutehîdûn Usama El-Necef û Sekrtêrkê Giştî yê Projeya El-Erebî  Xemîs El-Xencer hate avakirin. Ji 11 partiyan pêk tê; ji wan  Hizbul Lîliraq Mutehidûn, El-Meşrû El-Erebî (Projeya El-Erebî), El-Heq El-Wetenî, El-Musteqbel El-Wetenî, Meşrû El-Îrada El-Şabiya, El-Heyba El-Weteniya, El-Xed El-Iraqî, El-Nîda El-Wetenî, El-Nehda El-Şebabiya û Itîhad Selahedîn. Koalîsyona El-Qerar El-Iraqî xwe wekî nûnerên Ereb ên Suna dibîne.

Koalîsyona Niştimanî (Îtîlaf El-Wetenî)

Ji hevgirtina 26 partî û rêxisitinên siyasî pêk tê, di nav de hêzên Sunî hene. ji wan Serokê Parlamentoyê Selîm El-Cibûrî ku Sekertêrê Giştî yê Hizbultecemu El-Medenî Lîlislah serokatiyê wê dike, Serokwezîrê berê Salih El-Mitleg, Serokê El-Cebha El-Erebiya Lîlhîwar û Cîgirê Serokê Hizbulwîfaq El-Wetenî El-Iraqî Iyad Elawî serokatiya wê dike. Koalîsyona Niştimanî hewl dide projeya Koalîsyona Iraqê ya 2010‘an careke din pêş bixîne.

Koalîsyona Bexda

Serokê Parlamento yê Berê Mehmûd El—Meşhedanî  serkêşiya vê koalîsyonê dike, hejmareke ji endamên parlanemto yên niha û yên ijî cihê xwe di nava koalîsyonê de digirin û ji 6 partiyan pêk tê. Ew jî ev in; Hizbulhel, Hizbulwefa El-Wetenî, Hizbulwîfaq El-Wetenî, Hizib Wehdet Ebna El-Iraq, El-Teawin We Isala El-Erebiya, El-Huriya û El-Teqedum, Cebhet Tirkumen El—Iraq. Rayedara YNK‘ê Ala Talbanî jî beşdarî vê koalîsyonê bû.

Partiyên Kurdî yên beşdarî Hilbijartinan bibe:

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)

PDK‘ê sala 1946‘an de bi serkêşiya Mele Mustefa Barzanî, bavê Mesûd Barzanî hate damezirandin. PDK‘ê ragihand ku wê li Kerkurê hilbijartinan baykot bike. Ji ber ku Kerkuk ji aliyê hikûmta navendî ve hatiye dagirkirin.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK):

Ji dema îmzekirina peymana stratîjîk bi PDK‘ê re di sala 2007‘an de YNK‘ê partiya duyemîn li herêmê de tê dîtin. Rexmî ku gelek cihê wê yên giran heye jî, lê di demê dawî de aktorên nû derketin dibe ku bandoreke neyinî li ser dengdanê bike, ji wan:

Wefata damezrînerê partiyê Celal Talebanî 3‘ê Cotmeha 2017‘an. Hebûna Talbanî giraniya xwe hebû û hebûna wî ji bo hemleyên propogendayan pir girîng bû ji bo girtina dengan.

Veqetandina Berhem Salîh ji YNK‘ê û avakirina hevgirtineke nû bi navê " Hevgirtina ji bo Demokrasî û Wekheviyê" aktora sereke ku bibe sedem ku YNK‘ê di hilbijartinan de paş bikeve ye.

Li gorî çavdêran, dibe ku YNK‘ê di hilbijartinên pêş de, hejmarek kursiyên xwe winda bike, lê ev yek wê bandore li wê neke û wê wekî partiyeke hakim li Silêmanî bimîne.

Tevgera Goran

Piştî PDK û YNK‘ê Tevgera Goran di rêzê de ye. Goran di hilbijartinên sala 2014‘an de 9 kursî girtin. Piştî mirina serokê Tevgera Goran Noşirwan Mistefa Goran Umer bu Serokê Tevgera Goran.

Yekgırtu Islamî ya Kurdistanê

Mezintirîn partiya Îslamî li herêma Kurdistanê ye. Di parlamentoya Iraqê de 4 kursî girtine û ji alîgirên siyasetên PDK‘yê yên derbarê referndûmê û banga ku hilbijartin li Kerkûkê pêk neyîn kir.

Hevgirtina ji bo Demokrasî û Wekheviyê

Ji aliyê Dr. Berhem Salih ve di dawiya sala 2017‘an de hate avakirin. Berhem Salih Serokê Berê yê Hikumeta herêmê bû, her wiha Cîgirê duyemîn ê Sekretêrê Giştî yê YNK‘ê bû.

Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidî (PADÊ)

PADÊ‘yê nûnertiya Êzidiyên Iraqê dike, piştî komkujiyên DAIŞ‘ê derheqê gelê Êzidî hate avakirin ku di Nîsana 2017‘an de ruxset ji Hikumeta Iraqê wergirtin. Cara yekemîn e ku nûnerê bi navê êzidiyan tevlî hilbijartinan dibin. Armanca PADÊ‘yê misogeriya mafê gelê Êzidî ye.

Tevgera Azadî

Tevgera Azadî, ku dê îsal bikeve hilbijartinê xebatek berfireh dide meşandin. Mihemed Ebdullah û Şilan Şakir hevserokê ve Tevgerê ne. Tevgera azadî cara yekî di asta ıraqê de beşdarî hilbijartinan dibe.

Tevgera Azadî, ku di 17’ê Cotmeha 2014’an hat damezrandin, lê li gor fermiyeta zagonên Iraqê di 4’ê Kanûna 2017’an de hat pejirandin. Tevgera Azadî ji bo hilbijartinên 12’ê Gulanê bi Tevgera Nifşê Nû û Aliyê Demokrasiyê yê Gelan re koalisyon pêk anî. Tevgera Azadî xebatên hilbijartinê bi awayek berfireh li Iraq û herêma Kurdistanê dide meşandin. Tevgera Azadî di çarçoveya van xebatan de, bi civînên gel, semîner, panêl û serlêdanên malan xebatên hilbijartinê dide meşandin. Tevgera Azadî, di demek ku li Iraqê kirîza siyasî tê jiyankirin bi gel re tê cem hev û dixwaze îradeya gel derxe holê. Li aliyê din jî ji bo parastina hilbijartinan, ji bo saziyên çavdêr ên navnetewî tevlî pêvajoya hilbijartinên bibin xebatan dide meşandin.

Ya ku derdikeve holê, parçebûna partiyên kurdî û nebûna hevgirtineke kurdî ku beşdarî hilbijartinan bibe. Gelek sedem li pey vê yekê hene, ji wan; dûrbûna aliyên siyasî ji hev du, pirsgirêkên siyasî yên ku piştî îbtalkirina parlamentoyê sala 2015‘an de derketine, derketina hin partiyan ji hikumetê, bê baweriya di navbera aliyê siyasî de, pirsgirêkên ku di pêvajoya referndûmê de rû dane, nakokiyên PDK û YNK, her wiha nakokiyên partiyekî bû sedem ku koalîsyoneke Kurdî ava nebe.

(bb)

ANHA