Sivîl ji herêmê rêjîmê berê xwe didin herêmên rizgarkirî

Bi hezaran malbatan ji herêmên başûrê çemê Firatê yên di bin serweriya rêjîma Baas de berê xwe dan herêma Keramê ya Reqayê. Ji bo malbatan banga alîkariyê hat kirin. 

Sivîl ji herêmê rêjîmê berê xwe didin herêmên rizgarkirî
11 gulan, 2018   06:17

FÎRAS TEYAWÎ / REQA

Piştî rizgarkirina keramê ji aliyê şervanên QSD′ê ve, erka parastina ewlehiya herêmê radestî Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Reqayê hat kirin. Hêzên Ewlehiyê bi erka xwe ya parastinê radibin û destûr nadin ku kiryarên wekî dizî û tevlîheviyê rû bidin. 

Ji bo rewşa ewlehiyê sivîl ji herêmên başûrê çemê Firatê yên di destê rêjîma Baas de ne, berê xwe didin herêma Keramê. Sivîlan diyar kirin ku herêmên rêjîmê ne bi ewle ne û gelek kiryarên diziyê lê çêdibin.  

Hevserokê Meclîsa bajaroka Hemrat a girêdayî herêma Keramê Derwîş Hebal diyar kir ku li herêmên rêjîmê gelek dizî û tevlîhevî çêdibe.  Hebal destnîşan kir ku 11 hezar û 700 malbatên ji Dêrazorê, başûrê çemê Firatê, Suxnê û Tedmurê ji bo rewşa ewlehiyê li herêmê bi cih bûne. 

Hebal diyar kir ku ew bi hemû derfetên destek didin sivîlan û pêdiviyên jiyanî ji wan re peyda dikin.  Hebal bang li rêxistinên alîkariyê kir ku destek bidin malbatên koçber.

(mm)

ANHA