Jinên Helebê: Efrîn ji dagirkeran re namîne

Jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê diyar kirin ku dê Efrîn rizgar bibe û dane zanîn ku meclîsa bi destê dagirkeriya Tirk hatiye avakirin nûnertiya gelê Efrînê nake.

Jinên Helebê: Efrîn ji dagirkeran re namîne
11 gulan, 2018   05:28

SÎLVA MUSTEFA / HELEB

Jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê derbarê hovîtiya dagirkeriya Tirk a li dijî gelê Efrînê de, nêrînên xwe bi ANHA′yê re parve kirin. 

Emîne Reşîd da zanîn ku bi sedê salane gelê Kurd rastî operasyonên qirkirinê tên û wiha domand, ″Niha jî ev bûyer li Efrînê durbare dibe. Meclîsa ku bi destê dagirker û xayînan hatiye avakirin, nûnertiya gelê Efrînê nake.″

Sedîqe Ebdo jî bal kişand ser helwesta NY û rêxistinên navneteweyî ya li hember kiryarên li dijî gelê Efrînê û wiha got, ″Çima civaka navneteweyî li hember êrîşên dagirkeriya Tirk bêdeng e. Jin tên tecawizkirin, zarok û kal tên kuştin û malên gel tên talankirin. Ma qey dem nehatiye ku hesab ji Erdogan were xwestin?.″

Sedîqe bang li tevahî gelê Kurd kir ku hevgirtina xwe xurt bikin û wiha axivî, ″Efrîn wê di demeke nêz de rizgar bibe. Efrîn a gelê Efrînê û ji dagirkeran re namîne.″

Her wiha Sîdra Umer jî destnîşan kir ku madem QSD/YPG/YPJ′ê herêmê diparêzin, serketin her a gelê herêmê ye. Sîdra wiha pê de çû, ″Divê NY û rêxistinên navneteweyî ji bêdengiya xwe derkevin û di zûtirîn dem de bi erka xwe rabin.″

(mm)

ANHA