Dewreya Şehîd Mariya Sîpan a YPJ′ê dest pê kir

Li Akdemiya Şehîd Rojda ya YPJ′ê dewreya 4′emîn a perwerdeyê dest pê kir.

Dewreya Şehîd Mariya Sîpan a YPJ′ê dest pê kir
Dewreya Şehîd Mariya Sîpan a YPJ′ê dest pê kir
Dewreya Şehîd Mariya Sîpan a YPJ′ê dest pê kir
Dewreya Şehîd Mariya Sîpan a YPJ′ê dest pê kir
9 gulan, 2018   16:24

GIRÊ SPÎ

Li Akademkiya Şehîd rojda ya li navçeya Eyn îsa a girêdayÎ Kantona Girê Spî ,dewreya perwerdeyê ya 4′emîn a şervanên YPJ′ê bi navê dewreya ″Şehîd Marya Sîpan″ hat vekirin.

Dewreyê bi tevlîbûna 24 şervanên YPJ′ê yên ji bajarên Reqa, Dêrezor, Kobanê û Qamislo hate vekirin. Di vekirina derwreyê de fermandarên QSD,YPJ′ê amade bûn.

Dê dewre 45 rojan dom bike û wê de dersên ″siyasî, bîrdozî, edyolojî  û leşkerî werin dayîn.

merasîma vekirina dewreyê bi toraneke leşkerî dest pê kir. Paşê Fermandara YPJ′ê Dilbirîn Sadiq axivî û da zanîn ku jinê li Rojava serî hilda, kesayeta xwe ava kir û hebûna xwe di civakê de îsbat.″  

Şeravana YPJ′ê Nûda Girê Sipî diyar kir ku piştî ew tevlî nava refên YPJ′ê bû, têgihişt ku jin ji koletiyê azad bûye û diyar kir ku jinên dixwazin ji zulm û koletiyê azad bibin, bila tevlî nava refên YPJ′ê bibin.

Di dawiyê de şervanan dîlan gerandin.

(hh/mm)

ANHA